Şervanê YPG’ê Siyabend li Wanê ji aliyê hezaran ve hate rêwîkirin

Şervanê YPG’ê Samî Bayar (Siyabend Feraşîn) ku di operasyona rizgarkirina Til Hemisê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate definkirin.

Şervanê YPG’ê Samî Bayar (Siyabend Feraşîn) ku di operasyona rizgarkirina Til Hemisê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate definkirin.

Karwanê Cenazeyê şervanê YPG’ê Samî Bayar (Siyabend Feraşîn) li ber Restauranta Hitit a li navenda bajarê Wanê ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Bi hezaran kes darbesta Bayar danîn ser milan û ber bi Şehîdgeha Tax Yenî ve bi rê ketin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin gotin.

Tevî parlamenterên HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer û Namî Gur, Hevserokê HDP’ya Wanê Veysî Dîlekçî, Hevserokên DBP’ya Wanê Hamiyet Şahîn û Prz. Mîraz Çalli, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, nunerên MEYA-DER’ê, Hevşaredarên Wanê Bekîr Kaya û Hatîce Çoban, Hevşaredarên navçeyên Wan, nunerên gelek saziyan, bi hezaran kes tevlî merasimê bûn.

Piştî cenaze spartina xê, ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Di merasîmê de ji Serokê MEYA-DER’a Wanê Îbrahîm Akkan daxuyaniyek da. Alkan da zanîn ku ciwanên Kurdan li Kobanê û li Şengalê li ber çavên hemû cîhanê serketineke dîrokî bi dest xistine û got: “Divê êdî her kes vê yekê têbigihe. Kî bixwaze Kurdan qetil bike, ew ê di nava xwînê de bixeniqe.”

Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nazmî Gur axivî û got: “Şehîd Siyabend ti ne bi tenê yî. Hemû şehîdên Kurdistanê û yên ku di oxira Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi te re ne. Gelê me wê vê têkoşîna we ya azadiyê bi gihandina serketinê bi encam bike. Heta Birêz Ocalan azad nebe, heta Kurdistan azad nebe wê berdewam bike. Em li vir soz didin.”

Piştre li ser navê xizmên Bayar axaftin hate kirin û wiha hate gotin: “Samî şehîdê hemû Kurdistanê ye. Bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd sax be.”

BI GIRSEYÎ ÇÛN SERSAXIYA 8 GERÎLAYÊN ARGK’Ê

Her wiha, bi hezaran kes çûn serdana sersaxiyê ya ji bo gerîlayên ARGK’ê yên ku sala 1998’ê, li deverên cuda jiyana xwe ji dest dan û nasnameyên wan ji aliyê Komîteya Şehîdan a KCK’ê ve hatin aşkerekirin.

Bi hezaran kes çûn serdana sersaxiyê ya ji bo gerîlayên ARGK’ê Xezal Gur (Axîn Feraşîn), Nazim Gur (Cîhan Feraşîn), Ubeyt Gur (Dijwar), Mahmut Alî Gur (Kahraman Gewda) Zekî Gur (Rûbar Feraşîn) Nîhat Yeşîlagaç, Aydin Mukemre û Mecît Akkuş (Avareş) hatibû danîn.

Tevî parlamenterên HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer û Namî Gur, Hevserokê HDP’ya Wanê Veysî Dîlekçî, Hevserokên DBP’ya Wanê Hamiyet Şahîn û Prz. Mîraz Çalli, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, nûnerên MEYA-DER’ê, Hevşaredarên Wanê Bekîr Kaya û Hatîce Çoban, Hevşaredarên navçeyên Wan, nunerên gelek saziyan, bi hezaran kes tevlî meşê bûn bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşim hatin gotin.

Piştî girse gihişt konê sersaxiyê Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nazmî Gur axivî û da zanîn ku îro gelê Kurd gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe û  da zanîn ku ev pêngav bi saya şehîdan hatine avêtin.

Piştre xizmên gerîlayên ARGK’ê axivîn û da zanîn ku şehîd şehîdên Kurdistanê ne.