Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) starta Newroza Amedê da. KCD’ê banga tevlîbûnek xurt kir û got ku ji Afrîkayê heta Başûrê Amerîkayê gelek siyasetmedarên biyanî, akademîsyen û hunermend dawet kirine.
KCD’ê der barê pîrozbahiya Newroza Amedê ku di 21’ê Adarê de pêk tê daxuyaniyek da çapemeniyê. Civîn li otelekê pêk hat. Hevserokê DBP’ê Alî Şîmşek, rêveberên navendî yên HDP’ê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û rojnamevan tevlî bûn. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê û endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Seydî Firat axivî û got ku di 21’ê Adarê de wê çavên cîhanê li Newroza Amedê be.
KCD’ê bal kişand ser pîrozbahiya Newroza 2013’an û got: “Newroz kulîlka aştî, biratî û azadiyê ye. Berxwedana Kobanê di dîroka mirovahiyê de rûpelek girîng vekir. Ev berxwedan berxwedana herî mezin a Kurdan e. Em bi vî ruhê berxwedanê Newroza 2015’an pîroz dikin.
HER KESÊ AZADIYÊ DIXWAZE BILA TEVLÎ BIBE
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî axivî û diyar kir ku wan wek şaredariya mezin û şaredariyên navçeyan dest bi amadekariyên Newrozê kirine û her kesê dixwaze hêviya azadiyê bilind bike divê tevlî Newroza Amedê bibin. Kişanak wiha got: “Newroza Amedê di nava bernameyên herî girîng ên cîhanê de cih digire. Newroz cejneke ku gelê me bi berxwedanê derxistiye holê. Yên tevlî Newroza Amedê bibin wê bêhna azadiyê bigirin. Berxwedana Kobanê û Şengalê wê mohra xwe li Newroza îsal bidin.”
WÊ MOHRA XWE LI DÎROKÊ BIDE
Kişanak bi lêv kir ku peyamên di Newrozê de bên dayîn wê di dîrokê de rûpelek nû veke û got: “Bi taybet peyama Birêz Ocalan wê destpêka pêvajoyek nû be. Ev Newroz wê rûpela dîrokekê veke. Em ê hemû di Newrozê de govendê bigerînin. Amed cihê lêgerîn azadiyê ya her kesî ye. Newroza Amedê ya 2015’an wê mohra xwe li dîrokê bide.”
Piştî Kişanak hevserokê DBP’a Amedê Alî Şîmşek jî bi Kurdî axaftina xwe kir û diyar kir ku pîrozbahiyên Newroza îsal ji ber nuqteya ku pêvajoya çareseriyê hatiyê xwedî taybetiyek girîng e û got: “Newroza îsal dayika Newroza sala pêş e. Pêvajoya çareseriyê ne tenê bandorê li Tirkiyeyê wê li hemû Rojhilata Navîn bike.”
Wê peyama bi dîmen hebe?
Li ser pirsa rojnamegeran a weke ‘Wê ji Îmraliyê peyama bi dîmen hebe?’ jî Seydî Firat got: “Di vî alî de daxwaza gelê Kurd heye lê rewşek zelal tine.”