Gelê Kerboranê ji bo dayika Sêvê di şînê de ye
Li Kerboranê amadekariyên 8’ê Adarê temam bûn, lê ji ber wefata jina welatparêz Sêvê Aktaş (55) pîrozbahî hatin betalkirin û gel şîn danî.
Li Kerboranê amadekariyên 8’ê Adarê temam bûn, lê ji ber wefata jina welatparêz Sêvê Aktaş (55) pîrozbahî hatin betalkirin û gel şîn danî.
Li Kerboranê amadekariyên 8’ê Adarê temam bûn, lê ji ber wefata jina welatparêz Sêvê Aktaş (55) pîrozbahî hatin betalkirin û gel şîn danî. Pîrozbahiyên 8’ê Adarê û vekirina Navenda Jinan a Çîçek taloqî dîrokek din hatin kirin.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê ku demek kurt ji pîrozbahiyên 8’ê Adarê re mabû jina welatparêz a berdêlên mezin dabû Şêvê Aktaş (55) jiyana xwe ji dest da.
Piştî agahiya mirina dayika Sêvê hat bername hatin betalkirin. Cenaze ji nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê hat girtin û ji bo otopsiyê birin Amedê. Piştre ji bo definkirinê dîsa anîn Kerboranê. Hevşaredarên Kerboranê, rêveberên DBP-HDP’ê, dayikên aştiyê, endamê KJA’yê û gelek kesî ji cenazeyê pêşwazî bikin konvoy ava kirin û li nêzî gundê Deywan rawestiyan. Cenaze ligel konvoyê ket navçeyê.
Dayika Sêvê li goristana şehîdan hat defnkirin.Bi sedan kes tevlî merasîma cenaze bûn. Birayê Sêvê Aktaş, Alaattîn Aktaş bang li girseyê kir û got: “Hûn li vir kom bûn û we hezkirina xwe ya ji bo xwişka min anî ziman. Ez ji bo we hemûya spas dikim."
Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk jî hezkirina xwa ya ji bo Sêvê anî ziman û got ku cesaret û welatparêziya wê hêz dida û ew jineke ku berdêl dida.