YPG’ê nasnameya 6 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 6 şervanên xwe yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin: “Yekîneyên me bi rêzeçalakiyên xwe li Kantona Kobanê serketinên mezin bidest xistin, gelek gund û nuqteyên stratejîk yn di bin dagirkeriya çeteyan de rizgarkirin.
6 Rêhevalên me di hemleya rizgarkirina bejahiya Kantona Kobanê berxwedaneke bêhempa nîşan dan û gihiştin asta şehadetê. Rêhevalên me rolek aktîf di rizgarkirina Kobanê û bejahiya wê de lîstin, wek şervanên Rasteqîn bi ser dijmin de çûn, bi qehremanî bûn sembolên fedakarî û têkoşîna hemdem.
Em wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) soza xwe bi şehîdan re nû dikin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.”
Nasnameya şervanan wiha ye:
Burhan Mustefa yê bi nasnav Cûdî Şivan li Kobanê ji dayik bûye. 26’ê Sibatê jiyana xwe ji dest da.
Rizgar Casim ê bi nasnav Rizgar Kobanê li Kobanê ji dayik bûye. 26’ê Sibatê jiyana xwe ji dest da.
Muhsîn Fîkrî yê bi nasnav Sîmko Serhildan li Sîne ji dayik bûye. 27’ê Sibatê jiyana xwe ji dest da.
Siyamend Mehemed ê bi nasnav Siyamend li Raco ji dayik bûye. 26’ê Sibatê jiyana xwe ji dest da.
Esed Elî yê bi nasnav Şiyar Kobanê li Kobanê ji dayik bûye. 26’ê Sibatê jiyana xwe ji dest da.
Asmîn Kobanê, 26’ê Sibatê jiyana xwe ji dest da.