Cenazeyê şervanê YPG'ê Bayar bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Samî Bayar (Nûman Siyabent Feraşîn) ê ku li Til Hemîsê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Wanê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Samî Bayar (Nûman Siyabent Feraşîn) ê ku li Til Hemîsê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Wanê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Li navçeya Elbakê ya Wanê jî konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê PKK'ê Dervîş Bozkûrt (Mazlûm) ê ku di 1989'an de jiyana xwe ji dest da û nû nasnameya wî hate aşkerakirin bi girseyî hate ziyaretkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Samî Bayar (Nûman Siyabent Feraşîn) ê ku li bajarokê Til Hemisê yê Kantona Cizîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da li Wanê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. 

Cenazeyê Bayar ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER'a Wanê ve ji Deriyê Sînor ê Xeburê hate wergirtin û ber bi Wanê ve bi rê ketin. Cenazeyê Bayar li ser rêya Westan û Payîzava ji aliyê girseya di nav de parlementerên HDP'ê Ozdal Uçar û Nazmîr Gur, hevserokên DBP û HDP'ê yên Wanê ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê konvoya cenaze ber bi Goristana Taxa Yenî ya navçeya Îpekyolu ya Wanê ve bi rê ket. 

Li nêzî goristanê cenazeyê Bayar ji aliyê hezaran kesan ve hate wergirtin û bi meşê ber bi goristanê ve birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK'ê û wêneyên Bayar hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bîjî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bijî Berxwedana YPG" hatin berzkirin. Piştî wecîbeyên olîd cenazeyê Bayar hate definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û sirûd hatin xwendin.

Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Wanê Îbrahîm Alkan di merasîma cenaze da axivî û diyar kir ku ciwanên Kurd ên li Rojava rûmeta mirovahiyê diparêzin ji bo azadiyê xwe feda dikin. Parlementerê HDP'ê Nazmî Gur jî diyar kir ku têkoşîna azadiya kurd gelek berdêlên mezin dan û afirandin. Gur anî ziman ku bi şoreşa Rojava hesabên qirêj ên li Rojhilata Navîn têk çûn.

Dayika şervanê YPG'ê Bayar Kubar Kayar jî got: "Kurê min şehîdê rêyekî rûmet û Kurdistanê ye. Serê Rêberê Apo û hemû hevalên wî sax bin."

Piştî axaftina bi hezaran welatî ber bi konê şînê yên li piştî Febrîqeya Solan a li taxa Suphanê hatî vedan dest bi meşê kirin.

KONÊ SERSAXIYÊ YÊ JI BO GERÎLAYÊ PKK'Ê BOZKÛRT HAT VEDAN, HAT ZIYARETKIRIN

Di vê navberê de konê sersaxiyê yê li navçeya Elbakê ya Wanê ji bo gerîlayê PKK'ê Dervîş Bozkûrt (Mazlûm) ê ku di sala 1989'an de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate ziyaretkirin. Bi sedan welatiyên li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê hatin cem hev bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Bozkûrt ber bi Mala Şînê ya Feqiyê Teyran a li taxa Tepebaşi ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat û Rêveberê MEYA-DER'ê yê Elbakê Lezgîn Demîr axivî û peyama "Komîteya Şehîdan a PKK'ê" ji malbata Bozkûrt re şandî xwend.

Piştî xwendina peyamê Lezgîn Demîr sersaxî ji malbatê re xwest.