Îbîn û hevalên wî wê werin bîranîn

Ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê Ahmet Îbîn û hevalên wî M. Şah Gunduz, Ahmet Alî Demîr, Enver Dûvarci, Mûrat Seyrek, Adîfe Sakak, Huseyîn Yilmaz û Adnan ên di berxwedana Qabilcewzê de jiyana xwe ji dest dan, wê werin bîranîn.

Ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê Ahmet Îbîn û hevalên wî M. Şah Gunduz, Ahmet Alî Demîr, Enver Dûvarci, Mûrat Seyrek, Adîfe Sakak, Huseyîn Yilmaz û Adnan ên di berxwedana Qabilcewzê de jiyana xwe ji dest dan, wê werin bîranîn.

Berxwedana Qabilcewzê, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de, yek ji kevneşopiya berxwedanê bû. Bi pêşengiya Ahmet Îbîn (Cahît) ê di xebatên rêxistinbûyîna destpêkê ya PKK'ê de cih girt, komek ji gerîla li hemberî artêşa Tirk li Qabilcewzê li ber xwe da û ji vê komê 8 gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Di salvegera 30. a vê berxwedanê de her 8 gerîlayên PKK'ê wê di 9'ê Adarê de bi çalakiyan bên bîranîn.

Ferdên Malbata Ahmet Îbîn ku piştî Îbîn beşdarî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû, rastî zilma giran a dewletê hatin, yek bi yek di îşkenceyê re hatin derbaskirin û înfazkirin. Yên mayî jî beşek jê derketin Ewropayê û tevlî refên PKK'ê bûn.

Îbîn ku di sala 1976'an de dema Beşa Teknîkên Makîneyê li navçeya Konya Seydîşehîrê dixwend 'Apoyî' nas kir, di wê demê de li hemberî nîjadperestan ket pevçûneke çekdarî. Dûre li Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) dest bi kar kir. 

Piştî ku ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê Mazlûm Dogan hat Êlihê, mîna tevahiya Êlihê di jiyana Îbîn de jî rûpelekî nû vebû. Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Ahmet Îbîn bi rêxistinkirina karkerên TPAO dest bi kar kirin.

Ahmet Îbîn piştî sala 1977'an de bi hevsera xwe Eyşeta re bi awayekî aktîf di karê rêxistinbûyînê de cih girt. Îbîn heta sala 1979'an li Parzîngeha Êlihê xebatên rêxistinbûyînê derxist asta herî bilind. Wergirtina karkeran ji bo Parzîngeha Êlihê jî di nav de li gelek qadan êdî ew serdest bûn. Di heman demê de sempartî û baweriya gelê Êlihê jî ji bo wan xurt bû. Van encamên serketî bandora xwe li hilbijartinên herêmî Yên sala 1979'an kirin. Di hilbijartinan de namzetê 'Tevgea Apoyî' Edîp Solmaz bi ser ket û bû Şaredar.

Bi hatina dengê lingê 12'ê Îlonê re, Ahmet Îbîn bi hevsera xwe Eyşeta û kurê xwe Emîn re bajar terikand û dest bi şoreşgeriya profesyonel kir. Ahmet Îbîn li gelek bajar, navçe û bajarokan geriya, dûre bi fermana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Ewropayê, ji wir jî çû kampa Lubnanê û perwerdeya siyasî, leşkerî û îdeolojîk dît. Eyşeta ya ku kurê xwe radestî malbata xwe kir, bi salan bi rewşeke qaçaxiyê jiya.

Îbîn di Kongreya 2. a PKK'ê ya li Geliyê Bekaa de, ji bo komên gerîla ava bike weke pêşengê koma keşfê derbasî Xerzanê bû.

Piştî ku demekê wezîfeya Fermandariya Herêma Xerzanê bicih anî, bi têkiliya xwe ya gel û rûspiyên Qabilcewz, Hezo, Pasûr û Farqînê re, di dilê gel de cihê xwe girt.