Ji Cizîrê ber bi Amedê ve meşa ji Ocalan re Azadî
Li Cizîrê bi hezeran kes wê di roja 21'ê Adarê de bên cem hev û ji Cizîrê dest bi meşê bikin û heya 21'ê Adarê bên Amedê û wê di meşê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.
Li Cizîrê bi hezeran kes wê di roja 21'ê Adarê de bên cem hev û ji Cizîrê dest bi meşê bikin û heya 21'ê Adarê bên Amedê û wê di meşê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.
Li Cizîrê bi hezeran kes wê di roja 14'ê Adarê de bên cem hev û ji Cizîrê dest bi meşê bikin û heya 21'ê adarê bên Amedê û wê di meşê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.
Rêxistinên DBP û HPD'ê yên Cizîrê dê bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî" 14'ê Adarê meşa mezin bidin destpêkirin. Meş wê li Cizîrê destpê bike û 21'ê Adarê li Amedê bi dawî bibe. Têkildarî meşê li avahiya DBP'ê ya navçeyê civîna çapemeniyê pêk hat. Rêveberên HDP û DBP'ê tevlî civînê bûn. Hevserokê Rêxisitna DBP'ê yê Şirnexê Salîh Gulenç diyar kir ku meşa dirêj wê li Cîzirê destpê bike li Qada Newrozê ya Amedê bi dawî bibe.
Gulenç diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya hemû gelan e û wiha got: "Pêvajoya çareseriyê du sal in ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve bi fedakarî tê meşandin. Hikûmet ti gavan navêje. Gelê me di sala 2015'an de dixwaze Birêz Ocalan di nav xwe de bibîne. Dîlgirtina Ocalan dîlgirtina hemû gelan e."
Gulenç da zanîn ku meş wê li ber avahiya DBP'ê ya Cîzîrê di 14'ê Adarê seat 12.00'an bi tevlîbûna hezaran kesan destpê bike.