Şervana YPJ’ê Sezgîn spartin axê

Cenazeyê şervana YPJ’ê Zehra Sezgîn (Jîn Viyan) ya 4’ê Adarê di operasyona paqijkirina Kobanê ji çeteyan de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê ji aliyê jinan ve ber bi rêwîtiya bê dawî ve hate birêkirin.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Zehra Sezgîn (Jîn Viyan) ya 4’ê Adarê di operasyona paqijkirina Kobanê ji çeteyan de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê ji aliyê jinan ve ber bi rêwîtiya bê dawî ve hate birêkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Zehra Sezgîn (Jin Viyan) a 4'ê Adarê, di operasyona azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da piştî karûbarên otopsiyê ji Rihayê anîn Amedê. Cenazeyê Sezgîn serê sibê ji Amedê ber bi Sêrtê ve hate birêkirin. Cenazeyê Sezgîn li Petrola Çîçek a Misircê bi girseyî hate pêşwazîkirin û piştre ber bi Goristana Zewiyê ve hate birêkirin. Karwanê cenaze ji ber benda polîsan a bi wesayîtên zirxî ya li sêr rêya Sêrt, Misirc û Dihê demekê rawestiyan. Piştî hevdîtina di navbera rêveberên polîsan û hevşaredar û rêveberên DBP û HDP'ê yên Sêrtê cenaze anîn Sêrtê.

Cenazeyê Sezgîn li têketina Sêrtê, ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) hatin vekirin û dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin jîyan azadî" û "Bijî berxwedana YPJ" hatin gotin.

Cenazeyê Sezgîn li Goristana Zeviyê ji aliyê jinan ve hate definkirin. Di merasîma cenaze de Bavê Sezgîn Kenan Sezgîn axivî û diyar kir ku keça wî şehîda hemû Kurdistanê ye û wiha got: "Kurdistan xwedî li şehîda xwe derdikeve. Ez li ber hemû şehîdên me bejna xwe ditewînim."

Hevşaredara Sêrtê Belkîza Beştaş Opozdemîr jî diyar kir ku di 8'ê Adarê de cenazeyê Şervana YPJ'ê defin dikin û wiha got: "Jinên Kurd têkoşîn bi tevgeriya azadiyê nas kirin û niha jî cîhanê azad dikin. Tevgera azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêşiya me vekir. Jinan xwe bi wî nasî. Li hemberî tank û topan jinan ber xwe dan."

Piştî karên definkirinê girse derbasî konê sersaxiyê yê li Taxa Şavura bû.