Cenazeyê şervanê YPG'ê Atîk anîn Rihayê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Murat Atîk (Cemal Sipêrtî) di operasyona azadkirina gundê Çelebî de jiyana xwe ji dest da anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Atîk ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Murat Atîk (Cemal Sipêrtî) yê  4'ê Adarê li gundê Çelebiyê ya Kobanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji hêla malbat, MEYA-DER û bi dehan welatiyan ve ji Deriyê Sînor ê Serxetê hat wergirtin. Cenazeyê Atîk birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî kar û barê li nexweşxaneyê ji bo rapora otopsiyê cenazeyê Atîk şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Atîk li konbajaran ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin û welatiyên derketin ser rê bi dirûşmên 'Şehîd namirin' , 'Rêya şehîd rêya me ye Apo serokê me ye' hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Atîk li taxa Alîgorê jî bi aliyê hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Girseyî bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Tolhildan", "PKK gel e gel jî li vir e", "Rojava ji DAIŞ'ê re bibe goristan" ber bi Rihayê ve rêkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Atîk piştî rapora otopsiyê radestî malbatê bê kirin û ji bo definkirina cenazeyê Atîk bibin navçeya Silopiya ya Şirnexê.