Li Kobanê 5 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin

5 şervanên YPG'ê li Kobanê Goristana Şehîd Dîcle hatin defnkirin.

Bi sedan kesî cenazeyên şervanên YPG’ê Tolhildan Amara, Egîd Kobanê, Dilbirîn Roj û 2 cangoriyên ku nasnameya wan nehate aşkerakirin, ên di berxwedana rizgarkirina Kantona Kobanê de jiyana xwe jidest dane di Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê spartin axê.

Kobaniyên ku di destê xwe porsterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û cangoriyên azadiyê vekiribûn û bê navber dirûşmên dilsoziya bi hêzên YPG û YPJ’ê re berz kirin, cenazeyên şervanan hilbiritin û ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve derketin rê. Di riya ketina goristanê girseyê cenzeyên şervanan li ser milan kirin û bi dirûşmên heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin.

Merasîma leşkerî yekem car piştî êrîşên ser Kobanê ji aliyê şervanên YPG’ê tê lidarxistin pek hat. Piştre Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Mistefa Îto, Serokê Desteya Ciwanan Welat Derwîş û Xwîşka şervanê YPG’ê Tolhildan axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser rola berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya ji bo parastina herêmên Rojava li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê disekin û hemû pêkhateyan diparêzin û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.

Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê bi tilîlî û diurşmeyan spartin axê.

3 cangoriyên ku nasnameya wan hate aşkerakirin wiha ye:

Navê û paşnav: Alan Reşo

Nasnav: Tolhildan Amara

Navê dayikê: Hikmet Ehmed

Navê bav: Horo Reşo

Di sala 1995’an de li gundê Dilşan a Efrînê ji dayîk bûye û 3’ê Adarê di berxwedana Rojavayê Kobnê de jiyana xwe ji dest da.

Nav û paşnav: Hecî Hemê Henadî

Nasnav: Egîd Kobanê

Di sala 1987’an de li gundê Boraz ê Kobanê ji dayîk bûye û 2’ê Adarê di berxwedana gundên rojavayê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Nasnav: Dilbirîn Rojhilat