Suryaniyan êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Xabûrê protesto kirin

Suryaniyan li Mîdyadê bi mîtîngekê êrîşên DAIŞ'ê şermezar kirin.

Suryaniyan li Mîdyadê bi mîtîngekê êrîşên DAIŞ'ê şermezar kirin. Ji Komîteya Seyfo Tûma Çelîk li mîtîngê axivî û destnîşan kir ku DAIŞ wê derbeke mezin bixwe û ji hêzên koalîsyonê xwest, ku operasyonên xwe dewam bike û bang li Tirkiyeyê jî kir ku ambargoyê rake û korîdora alîkariya însanî veke.

Suryaniyan li navçeya Mêrdîn Mîdyadê, li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Xabûrê mîtîngek lidar xistin. Di mîtînê de Wezîrê Aboriyê yê Kantona Cizîrê Sîham Kuryo, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, ji Rêveberiya Seyfo Yûhanûn Aktaş û Tûma Çelîk peyivîn.

Li ser navê Komîteya Seyfo Tûma Çelîk diyar kir ku DAIŞ û çeteyên mîna wê yên li dijî mirovahiyê sûc dikin, li herêmê û gelek welatên cîhanê serî li terorê didin, qirkirinê dikin û got, "Di sedsala 21'an de gelê Suryanî li welatê xwe careke din rastî êrîşan, komkujiyan û zextê ji bo guhertina ol, tên. Mejiyê rêxistina hov DAIŞ'ê dewama zîhniyetê beriya 100 salî di sala 1915'an de li Mezopotamya û Anatoliyê gelên Xiristiyan ên qedîm qir kiriye."

Çelîk axaftina xwe wiha dewam kir: "(...) Hovîtiya ku DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê anî serê Êzidiyan, ji aliyê tevahiya cîhanê ve hat temaşekirin. Her kes bi şahidê zindî yê hewldana DAIŞ'ê ya xalîkirina etnîkî li Kobanê û berxwedana li ser navê mirovahiyê li hemberî wan hat nîşandan. Hêzên koalîsyonê yên navneteweyî, li gel hêzên leşkerî yên Kurd, Suryanî û gelên din, derbên giran li DAIŞ'ê xistin û nehiştin gelek cihan dagir bikin. Lê belê DAIŞ'ê di her firsendê de êrîşî cihên cuda kir û mirov qetil kir. Ev nêzî saleke DAIŞ'ê hin gundên Asûrî-Suryaniyan ên li qiraxa Çemê Xabûrê dagir kiriye û xisareke din daye van gundan. Sembolên ola Xiristiyanê ji holê rakirin û bi zorê pereyan ji gel distîne. Alavên gel didize, xanî û kargehan xera dike. DAIŞ di her firsendê de êrîşî gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî-Aramî yên li Iraq, Sûriye û Lubnanê kir, bû sedem ku gel koç bike û gelek wargeh vala bibin."

'ÊRÎŞ BÊ BERSIV NEMAN'

Çelîk diyar kir ku DAIŞ'ê ji Sibata 2015'an û pê ve êrîşî bajarokê Til Temir û hin gundên qiraxa Çemê Xabûrê kir, gelek gund dagir kirin, jin zarok, û extiyar di nav de bi sedan sivîlên bêparastin revand û got, "Ev êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî herêma Xabûrê bêbersiv nemane. Ji ber ku li Xabûrê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MFS), Sutoro, Hêzên Parastinê yên Xabûrê, YPG, YPJ û Asayîşê berxwedaneke hevpar nîşan dan û nehiştin çeteyên DAIŞ'ê bi pêş ve biçin."

Çelîk bal kişand ser berdêlên di vê berxwedanê de hat dayîn û anî ziman ku li Xabûrê DAIŞ û destekdarên wê wê derbên giran bixwin, winda bikin û got, "Li hemberî zîhniyeta qirkirinên nû gelê me wê bi hemû derfetên xwe li ber xwe bide, welat û nirxên xwe biparêze."

BANGA LI HÊZÊN KOALÎSYONÊ Û TIRKIYEYÊ

Çelîk bang li hêzên koalîsyonê kir, ku ji bo rawestandina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî herêma Xabûrê operasyonên xwe dewam bikin û alîkariya çek û teknîkî bidin hêzên leşkerî yên kantonên Gozarto-Rojava. Çelîk her wiha bang li Tirkiyeyê kir ku dawî li ambargoya xwe ya li ser kantonên Gozarto-Rojava bîne, korîdorên alîkariya însanî veke û li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Suryanî derkeve.

Çelîk her wiha bang li Suryaniyan kir ku ji aliyê madî û manewî ve xwedî li berxwedanê derkeve.