25 şervanên YPG/YPJ'ê tên oxirkirin
Cenazeyê 25 şervanên YPG/YPJ'ê yên di salên 2014 û 2015'an de li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya bê dawî ve tên oxirkirin.

Bi armanca beşdarbûna merasîma ragihandin û oxirkirna 19 şervanên YPG’ê yên ku di pevçûnên sala 2014’an de li Til Hemîs de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên 6 şervanên bi navê Qasim Qasim (Hogir Qamişlo), Şêro Usman (Şêro Qamişlo), Raman Mehmud (Botan Cesur), Ciwan Îbrahîm (Mazlum Qamişlo), Siwar Mehmud (Demhat Qamişlo) û Cegerxwîn Cemîl (Ceger Qamişlo) ku di hemleya rizgarkirina Til Hemîsê ya di 21’ê Sibata 2015’an dest pêkiribû de jiyan xwe ji dest dan, bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo li pêşiya Mala Gel a Enteriyê kom bûn.
Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, partiyên siyasî, Encûmana Niştîmaniya Kurd li Suriyê (ENKS) û Saziyên Civaka Sivîl jî amade bûn.
Girseya gel piştre darbestên 25 têkoşeran rakirin ser milan û bi alên Kurdî û wêneyên têkoşeran û dirûşmeyên ku dilsoziya bi têkoşeran re tînin ziman ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan ve dest bi meşê kirin.