Sefîrê Amerîka yê Enqereyê Şaredariya Amedê ziyaret kir

Sefîrê Amerîka yê Enqereyê John Bass û Serkonsolê Amerîka yê Edeneyê John Espinoza ku ji beşdarî Konferansa Hewlkarên Jin ên Başûrojhilatê bibin hatine Amedê, serdanek ji bo Hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anli pêk anîn.

Sefîrê Amerîka yê Enqereyê John Bass û Serkonsolê Amerîka yê Edeneyê John Espinoza ku ji beşdarî Konferansa Hewlkarên Jin ên Başûrojhilatê bibin hatine Amedê, serdanek ji bo Hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anli pêk anî.

Sefîrê Amerîka yê Enqereyê John Bass û Serkonsolê Amerîka yê Edeneyê John Espinoza ku ji beşdarî Konferansa Hewlkarên Jin ên Başûrojhilatê bibin hatine Amedê, îro, saet 16.30'î li meqamê wan serdana Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli kirin.

Sefîr John Bass, ji ber piştgiriya wan a ji bo konferansê spasiya hevşaredaran kir. Bass, diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriya Tirkiyeyê dike, ji bo wê, Roja Jinan a Cîhanî derfetên navneteweyî pêşkêş kirine û 8'ê Adarê pîroz kir. Kişanak û Anli, kêfxweşiya xwe bi vê serdanê derbirîn.