Êzidiyên li Rûsyayê dijîn, bi konferansekê re xwe di bin sîwana kongreyê de ku hemû Êzidiyên li vî welatî temsîl dikin, bi rêxistin kirni.
Di konferansa ku bi dûayên Pîr Rustem destpê kir, de rewşa Êzidiyên li Rûsyayê, pêwîstiya rêxistinbûyînê û armancên pêşerojê hatin nîqaşkirin.
Di konferansê de li ser navê KNK'ê Selahattîn Soro, li ser navê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Aso Talabanî, endamê KNK'ê Cemal Şamoyan, Şêx Rustem, parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê Feleknas Ûca, li ser navê ciwanên Êzidî Laliş Şengalî û Hecî Çelîk amade bûn.
Hevserokê FKÊ Alî Atalan ê beşdarî konferansê bû diyar kir ku bûyerên li Şengalê qewimîn nîşan dan ku divê êdî Êzidî ji nû ve biafirîne, rabe ser piyan, xwe bi rêxistin bike, bibe xwedî parastina cewherî û pêşeroja xwe ava bike. Atalan got, "Mirov dikarin vê pêvajoyê hinekî bişibînin mercên derketinê ya tevgera azadiyê bikin. Di dema herî hov a faşîzmê de, di demeke ku dihat gotin 'êdî tine bûn, qediyan' de bi vîneke bêhempa derket holê. Ev ruh ji bo civata Êzdayî mecbûrî û jêneveger e. Ev yek ruhê fedaîtî û fedekariyê ye."
Nûnerê KNK'ê Selahattîn Soro jî da xuyakirin ku paratstina Êzidiyatiyê, azadkirina Şengalê deynê namûsê yê Kurdan e û got, "Her Kurdê bi rûmet, neçare bi vê hişmendiyê tevbigere. Divê Êzidî li her deverê xwe bi rêxistin bikin, Êzidîxanên xwe ava bikin. Serok Apo di vî warî de telqînê dide me, hişyariyan dide. Êzidîtî koka me ye, em ê nehêlin koka me rakin."
Aso Talabanî jî diyar kir ku Êzidîtî ola neteweyî ya Kurdan e, ew bi zorê ji vê olê hatine dûrxistin û got, "Bi sedan rewşenbîrên Başûrî bi deklarasyoneke hevpar diyar kirin ku ew ji ber qirkirina li Şengalê ji Îslamiyetê derdikevin û dibin Êzidî. Pêşketineke bi vî rengî gelekî girîng û rast e. Vegera li esil û cewhera xwe ye."
Piştre Şêx Rustem mafê axaftinê girt û diyar kir ku divê êdî derbasbûna Kurdan ber bi Êzidiyatiyê ve pêkan be û xwest nûnerên Êzidî vê yekê bi biryareke hevpar re pêkan bikin.
Di danezana encamê ya Konferansa Êzidiyên li Rûsyayê de, ji bo biryarên hatin wergirtin, ev xal hatin destnîşankirin:
1-Em Êzidîxana Xweser ji bo hemû Êzidiyan weke armanceke rast û rewa dibînin
2-Em damezrandina Meclîsa Êzidiyan a Şengalê silav dikin
3-Em Pêngava Azadkirina Şengalê silav dikin û ji bo parastina Êzidiyan Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) rewa dibînin.
4-Em pêkhatina Kongreya Êzidiyan a Cîhanê weke pêwîstiyekê dibînin
5-Bi armanca xurtkirina çapemeniya Êzidiyan em destekê didin Çira TV
6-Em Rêxistinbûyîna Êzidiyên li Rûsyayê weke zarûriyetekê dibînin û Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê ava dikin (Herî kêm 35 kes)
7-Em dixwazin 3'ê Tebaxê bibe Roja Şengalê ya Cîhanê
5-Em 3'ê Tebaxê weke roja fermanê îlan dikin û ji bo ev roj li qada navneteweyî weke Jenosîdê bê qebûlkirin, em ê bikevin nava tevgerê
9-Em destekê didin Navenda Êzidiyan a li Ewropayê
10-Vegera li Şengalê û avakirina wê weke armancekê datînin pêşiya xwe
11-Ji bo Êzidiyên mexdûrên jenosîdê vegerin welêt, em ê bikevin nava hewldanan