Li Til Hemîs, Til Berak, Til Temir û Hesekê 148 çete hatin kuştin

Li herêma di navbera Til Hemîs, Til Berak û herêma di navbera Til Temir û Hesekê de pevçûnên dijwar diqewimin. Ji duh û vir ve di pevçûnên li van herêman de 148 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li herêma di navbera Til Hemîs, Til Berak û herêma di navbera Til Temir û Hesekê de pevçûnên dijwar diqewimin. Ji duh û vir ve di pevçûnên li van herêman de 148 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 

LI DERDORA TIL HEMÎS Û TIL BERAKÊ 67 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku komên çeteyan îro danê sibehê ji pênc aliyan ve êrîşî hêzên YPG/YPJ'ê yên ewlekariya herêmên Til Hemîs û Til Berakê dikin kirin û destnîşan kir, ku van êrîşan di cih de rastî bersiveke tund hatin.

Navendê diyar kir ku çeteyan saet di 4 ê sibehê de hewl dan gundên Til Fayr, Til Ebu Xeyder, Enteqya, Umil Rus û Xizêla û hin deverên derdorê ku di bin kontrola hêzên YPG/YPJ'ê de dagir bikin û got, "Hêzên me tavilê bersiv dan û şerê ku derket heta saetên nîvro bi awayekî dijwar û nêzik dewam kir. Piştî vî şerî êrîşên çeteyan hatin şikandin. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 67 çete hatine kuştin. Termên 35 çeteyan ketine bin kontrola hêzên me. Her wiha wesayîtek leşkerî hatiye rûxandin. Hêzên me li vê herêmê panzêrek, 28 keleşnîkof û 2 BKC desteserkirine.

5 ŞERVANÊN YPG/YPJ'E JIYANA XWE JI DEST DAN

Di vî şerî de, 5 hevalên me ku di têkbirina êrîşên çeteyan de rolek mezin bicih anîn, bi lehengî şer kirin şehîd bûn."

DI NAVBERA TIL TEMIR Û HESEKÊ DE 60 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand, ku şerê ji duh serê sibehê ve piştî êrîşên çeteyan li herêma di navbera Til Temir û Hesekê de destpê kiriye, bi dijwarî dewam dike û di vê der barê de jî ev agahî bi raya giştî re parve kir:

Çeteyan di êrîşa destpêkê de gundê girêdayî Til Temir Riguba dagir kirin lê belê hêzên me şevê din di encama operasyonekê de gund rizgar kirin. Li gundên Til Nasir û Til Gorap ên li heman herêmê jî şer bi dijwarî dewam dike.

Li vê herêmê ji duh sibehê heta niha bi qasî ku hatiye tespîtkirin 60 çete hatine kuştin. Termên 16 çeteyan ketine bin kontrola hêzên me."

GUNDÊN TIL FYEDA Û TIL CIDEYA HATIN PAQIJKIRIN, 21 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navendê diyar kir ku gundên Til Fyeda û Til Cdieya yên li ser rêya Hesekê, ku di êrîşên destpêkê de hatibûn dagirkirin, di encama êrîşa hêzên YPG/YPJ'ê ya duh bi şev de hatine rizgarkirin û bi qasî hatiye tespîtkirin 21 çete li vir hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şerê di navbera Til Temir û Hesekê de 19 kalaşnîkov, 3 BKC û 4 B7 roketavêj ketine destê hêzên YPG/YPJ'ê.

10 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Navendê got, "Li vê herêmê 10 hevalên me yên ku bi lehengî şer kirin, di têkbirina çeteyan de rol lîstin û pêşengiya rizgarkirina gundan kirin, şehîd bûn."