Alîkariya barê qemyonekê gihîşt Pirsûsê
Alîkariya barê qemyonekê ya bi kampanya ÎHADER'ê re hat berhevkirin, gihîşt Pirsûsê.
Alîkariya barê qemyonekê ya bi kampanya ÎHADER'ê re hat berhevkirin, gihîşt Pirsûsê.
Alîkariya barê qemyonekê ya bi kampanya ÎHADER'ê re hat berhevkirin, gihîşt Pirsûsê.
Li dû azadkirina navenda Kobanê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve, her çend bi xebatên ji nû ve avakirinê re vegera li bajêr destpê kir jî, ji ber êrîşên DAIŞ'ê bi deh hezaran Kobaniyiyên neçar man koçî Pirsûsê bikin, li benda banga 'vegerê' ya rêveberiya Kantona Kobanê ne.
Alîkariyên ji bo Kobaniyên li Pirsûsê jî dewam dike. Nûnertiya Enqereyê ya Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a Îslamî (ÎHADER) alîkarî kom kir û şand ji Pirsûsê re. Alîkariya ji xwarin, kinc û kel û melên paqijiyê yên ji bo jin û zarokan, radestî depoya alîkariyê ya Avesta hatin kirin. Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re, alîkarî teslîm girtin.