Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Can li Şehîdgeha Xerzanê hate definkirin

Cenazeyê Ferhat Can (Serhad Xerzan) ê HPG’î bi beşdariya sedan kesan li “Şehîdgeha Xerzanê” hate definkirin.

Cenazeyê Ferhat Can (Serhad Xerzan) ê HPG’î yê li herêma Xerzanê ya Bedlîsê di 2012’an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibû definkirin di encama hewldanên malbatê de ji Meletiyê hate wergirtin. Cenazeyê Can bi beşdariya sedan kesan li “Şehîdgeha Xerzanê” hate definkirin.

Cenazeyê Ferhat Can (Serhad Xerzan) ê HPG’î yê ji gundê Cizirok ê bi ser navçeya Xelatê ya û li herêma Xerzanê ya Bedlîsê di 2012’an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibû definkirin di encama hewldanên malbatê de ji Meletiyê hate wergirtin. Cenazeyê ku anîn navçeya Norşînê ya Bedlîsê li mizgefta Selîm Ozmen a Qada Roboskî piştî nimêjê bi konvoyê anîn “Şehîdgeha Xerzanê”. Bi sedan welatî û Parlamenterên HDP’ê Husamettîn Zenderlîoglu û Nursel Aydogan, hevşaredarên Bedlîs, Motkî, Xîzan û Norşînê, MEYA-DER û rêveberên HDP û DBP’ê jî beşdarî merasîma cenaze bûn.

Girseyê nêzî şehîdgehê darbesta Can ji wesayîtê derxist û bi dirûşmên “Şehîd namirin” “Ey şehîd riya te riya me ye” “Bijî kurd û Kurdistan” ve bi meşê birin şehîdgehê. Li vir sirûda çerxa şoreşê hate xwedin û rêz hate girtin. Xwîşk û birayên Can, Semra Can û Metîn Can spasiyên xwe pêşkeşî kesên tevli merasîma cenaze bûn kirin.

Hevserokê DBP’ê yê Bedlîsê Enver Barîn axivî û diyar kir ku ew ê berxwedana şehîdan ji bîr nakin, parlamenter Aydogan jî anî ziman ku Bedlîsê zarokekî xwe yê berxwedêr da axê û ew dizanin ku bêyî bedel tu caran azadî nabe.

Parlamenter Zenderlîoglu jî bilêv kir ku ew şer naxwazin û wiha berdewam kir: “Îro ji bo azadî, ji bo ziman şehîdên ku bedena xwe kirine mertal bejna xwe ditewînin.”

Piştî axaftinan cenaze bi dûayan hate definkirin.