Şervanên YPG'ê Scurfield û Cûdî Dêrik li Bielê hatin bîranîn
Şervanê YPG'ê yê Îngilîz Eric Constandion Scurfield (Kemal) û şervanê YPG'ê Mehmet Şerîf Aksoy (Cûdî Dêrik) ên di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Bielê hatin bîranîn.

Şervanê YPG'ê Mehmet Şerîf Aksoy (Cûdî Dêrik) ê di operasyona paqijkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de li gundê Îdanî yê li rojhilatê Kobanê di 27'ê Sibatê de di şerê li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û şervanê YPG'ê Eric Constandion Scurfiel (Kemal) ê li Rojava beriya çend rojan jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swîsre Bielê hatin bîranîn.
Di bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Bielê de, xizmên Aksoy ên li Swîsreyê Aydin Adal û gelek Kurdistanî amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, siyasetmedarê Kurd Adil Amed mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser girîngiya şoreşa Rojava ji bo gelan û got, "Her hevalên me yên li Rojava şehîd ketin, di berdêla canê xwe de azadî li dû xwe hiştin. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan gelekî girîng e. Hevalê Kemal ji ber ku dît pêşeroja gelan li wir re têkoşiya û di wê oxirê de şehîd ket."
Li dû Amed xizmê şervanê YPG'ê Aksoy Aydin Adal peyivî û diyar kir ku Aksoy ne tenê şehîdê wan e, yê tevahiya gelê Kurd e. Adal bal kişand ser kesayetiya têkoşer a Aksoy û da xuyakirin ku bîranîna Aksoy wê di têkoşîna gelê Kurd de her tim hebe. Merasîma bîranînê piştî axaftinan bi dawî bû.