Karkerê înşaetê bi guleya nehat zanîn ji ku hat jiyana xwe ji dest da
Aydin Bîlgîç ê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hosteyê înşaetan e, dema di înşaeteke li nêzî sînor dixebitî bi guleyeke nehat zanîn ji ku hatiye jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, hosteyê înşaetê Aydin Bîlgîç (32) li înşaeteke li devera Goristana Mohriz a li Taxa Yenîşehîr li nêzî sînorê Qamişlo dixebitî, bi guleyeke nehat zanîn ji ku hat birîndar bû. Hevalên Bîlgîç ew rakirin Serwîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Di mudaxeleya li vir, hat diyarkirin ku guleyek li bin milê rastê yê Bîlgîç ketiye. Bîlgîç ê gelek xwîn winda kir tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgakirin jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Bîlgîç, ji bo otopsiyê anîn Amedê, rakirin morga nexweşxaneya dewletê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.