Li Kaniya Xezalan (Akçakale) bazarên talanê yên DAIŞ'ê
Li gundên Ereban ên 20 kîlometre li rojavayê Kaniya Xezalan (Akaçakale) Gemreddîn, Gewrê û Şohanê, DAIŞ'ê bazar ava kir û heywanên Kurdan ên dizîn, difiroş e.
Li gundên Ereban ên 20 kîlometre li rojavayê Kaniya Xezalan (Akaçakale) Gemreddîn, Gewrê û Şohanê, DAIŞ'ê bazar ava kir û heywanên Kurdan ên dizîn, difiroş e.
Li gundên Ereban ên 20 kîlometre li rojavayê Akaçakaleyê Gemreddîn, Gewrê û Şohanê, DAIŞ'ê bazar ava kir û heywanên Kurdan ên dizîn, difiroş e. Li gundê Şohan ê ji 20 xanî, li ber çavê leşkerên li ser sînor hatine rêzkirin, bi hezaran heywanên hatine dizîn, tên firotin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê Îlona 2014'an de bi çekên giran li hemberî Kobanê dest bi êrîşê kirin û di encama berxwedana dîrokî ya YPG/YPJ'ê de hatin têkbirin, mal û milkên li 382 gundan û navenda bajêr talan kirin, bi destê Ereban li bazaran firotin, difiroş in. Çeteyên DAIŞ'ê wesayît, heywan û alavên Kurdan ên ji her cureyî yên talan kirin, bi destê Ereban li navend û gundên Akçakaleyê (Kaniya Xezalan) a Rihayê, firotin. Ji van gundên Ereban ên lê bazara çeteyan hat danîn jî herî zêde gundên Şohan, Gemreddîn û Gewrê yên 20 kîlometre li rojavayê Akçakaleyê ne, hatin bihîstin.
YPG/YPJ LI GUNDÊN GIRÊ SPÎ YE
Ji bo hînbûna rastina van îdîayan em ji ser sînorê Pirsûsê ketin ser rêya Şohanê. Piştî rêwîtiya 35-40 kîlometreyî, me xwe gihand gundê Xirbê Berena yê Akçakaleyê ku ev der gundekî Kurdan e. Ev gund li pêşberî gundên Kultep, Bexdik û Îdaniye yên Kobanê ye, ku hêzên YPG/YPJ'ê herî dawî xwe gihandin van gundan. Gundên tê gotin bazara DAIŞ'ê hatiye danîn, piştî vî gundî tên. Li aliyê Kobanê li rojhilate Bexdikê gundên Agbaş û Xanê yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin hene. Li ber gundê Agbaşê jî mewziyên çeteyên DAIŞ'ê tên dîtin.
GELO BAREGEHÊN DAIŞ'Ê NE?
Dema em ketin gundê Şohanê ya ku di destpêkê de bal ame kişand, bazara ji hezaran heywanan a li navenda gundê ji 20 xanî bû, ku lê mirov civiya bûn. Gundî dema bi me hesiyan, bi rêya zarokan wesayîta me lêkolîn kirin, lê fêm nekirin em rojnamevan in. Lê belê gundî hemû di nava fikar û gumanan de bû. Ev rewşa gundiyan, îdîaya ku dibêjin gund weke baregeha DAIŞ'ê tê bikaranîn, xurt dikir.
MALÊN 'KURDAN Û BÊDÎNAN' ÊN HATIN TALANKIRIN
Li bazara ku em weke bazirganên heywanan ketin navê, em hîn bûn ku Erebên li aliyê Rojava heywanên ji DAIŞ'ê kirîbûn anîne li bazara li gund bi erzanî difiroşin. Buhayê bizina Şamê her çend 700 - 750 TL be jî xwestin bi 550 TL bifiroş in me. Cotê beranên ku buhayê rastî 2 hezar 500 TL ye, hewl dan bi hezar 500 TL bifiroş in...Firoşkaran gotin hemû malê wan malên 'Kurdan û bêdînan' e."
BI HEZARAN HEYWAN ÇAWA JI SÎNOR TÊN DERBASKIRIN?
Li vî sînorê ku di her 2-3 kîlometreyî de qereqoleke leşkerî derdikeve pêşiya mirovan û beriya niha bi îdîaya ku sînor binpêkirine gelek mirov lê hatin kuştin, gelo bi hezaran heywan çawa tên derbaskirin? Leşker ji bo van bazarên li pêş çavê xwe, dengê xwe dernaxînin. Heman rewşa li Şohanê li gundên Gemreddîn û Gewrê jî hebû.