'Daxwaziya min ew e ku biçim Kobanê ser gora kurê xwe'

"Tevî hevkariya Tirkiyeyê ya bi çeteyên DAIŞ'ê re Kobanê têk neçû. Şervanên YPJ/YPG'ê û şehîdên me bi ser ketin. YPJ/YPG û şehîdên me rûmeta me ne. Ne ji wan bûya, niha em jî tine bûn. Tenê daxwaziya min ez biçim ser gora kurê xwe."

Dayika Kewser Îsa (47) a ji be êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji neçarî hat Pirsûsê û kurê wê Ezîz Ethem (Xemgîn Kobanê) di parastina Kobanê de jiyana xwe ji dest da got, "Tevî hevkariya Tirkiyeyê ya bi çeteyên DAIŞ'ê re Kobanê têk neçû. Şervanên YPJ/YPG'ê û şehîdên me bi ser ketin. YPJ/YPG û şehîdên me rûmeta me ne. Ne ji wan bûya, niha em jî tine bûn. Tenê daxwaziya min ez biçim ser gora kurê xwe." 

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê bi berxwedanek dîrokî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat şikandin. Şervanên YPG/YPJ'ê bi operasyonên xwe yên paqijkirina derdora Kantona Kobanê re, her bi pêş ve diçin. Di vê têkoşînê de bi dehan têkoşerên YPG/YPJ'ê di şerê rûmetê de bi awayek lehengî jiyana xwe ji dest da. Yek ji van lehengan şervanê YPG'ê Ezîz Ethem (Xemgîn Kobanê) ku roja 26'ê Cotmehê ya 2014'an jiyana xwe ji dest da. Dayika Ezîz Ethem (Xemgîn Kobanê), Kewser Îsa (47) ya ji gundê Toremên piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê li ser daxwaza şervanên YPG/YPJ'ê hatiye Pirsûsê û li bereqeya malbata şehîdan bi cih bûye. Kewser diyar kir ku kurê wê ji bo welatê xwe li hemberî çeteyên hovane bi qehremanî şer kiriye û heta dilopa xwîna wî ya herî dawî têkoşiya ye."

'TEVÎ HEVKARIYA QIRÊJ JÎ KOBANÊ NEKET'

Dayik Kewser da zanîn ku heta niha cenazeyê kurê xwe nedîte ye û xwesteka wê dîtina gora kurê wê ye. Kewser destnîşan kir ku Kobanê bi xwîna cangoriyan hatiye şuştin û bi saya cangoriyan Kobanê neketiye destên çeteyan. Dayik Kewser bilêv kir ku ji aliyekî DAIŞ'ê êrîşî wan dikir û ji aliyê din jî leşkerên dewleta Tirk êrîşî wan dikir û wiha axivî: "Dema hevalan xwestin em ji Kobanê derkevin em hatin ser sînor. Li ser sînor dewleta Tirk em rojan rawestandin. Xwestin ku me radestî çeteyan bikin. Li gel hemû feraseta Tirkiyeyê bi hevkariya çeteyên DAIŞ'ê re Kobanê neket û şervanên YPJ/YPG'ê û şehîdên me bi ser ketin. YPJ/YPG û şehîdên me rûmeta me ne. Ne ji wan bûya, niha em jî tine bûn. Bijî serketina wan. Ez gavek berê dixwazim biçim welatê xwe û biçim ser gora kurê xwe Xemgîn. Şehîd ti carî namirin."

'ÊDÎ ZAROKÊN KOBANÊ JÎ MEZIN BÛN Û HEMÛ BÛN PARÇEYÊN YPJ/YPG'

Keça Kewser, Dilo Ethem (12) jî diyar kir ku dema ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan hatin Pirsûsê, leşkerên Tirk bi gaza îsota û bi ava şid êrîşî wan kirine û wiha axivî: "Zilma leşkerên Tirk li me kirin, DAIŞ'ê li me nekir. Em vê zilmê qet ji bîr nakin. Lê ne xem e. Kobanê neket, ew bes e. Êdî Kobanê li cîhanê bûye sembola berxwedanê. Ti kes nikarin carek din êrîşî welatê me bikin. Êdî zarokên Kobanê jî mezin bûn. Hemû êdî parçeyên YPJ/YPG'ê ne. Em ê welatê xwe li eniyên şer biparêzin."