Li derdora Kobanê 3 çete hatin kuştin
Li rojhilatê Kobanê di pevçûna navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê pevçûnên roja 174. a berxwedana Kobanê de jî ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Hêzên me şevê din li eniya rojhilat, li herêma navbera gundên Îqbiş û Xanê li hemberî çeteyan êrîşek pêk anîn. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin di vê êrîşê de 3 çete hatin kuştin û 2 çete birîndar bûn.
Îro sibehê jî komên çete li heman eniyê êrîşî gundên Xan Memed, Girê Xwedê, Îzea û Xweydanê kirin. Piştî vê êrîşê şerekî dijwar destpê kir. Encamên zelal ên şerê li vê herêmê wê paşê bi raya giştî re were parve kirin."