Cenazeyê şervanê YPG’ê Taniş anîn Rihayê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mûrat Taniş (Egîd Dogan) ê di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da anîn Rihayê.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mûrat Taniş (Egîd Dogan) ê di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da anîn Rihayê.

Şervanê YPG’ê Mûrat Taniş (Egîd Dogan) di operasyonên paqijkirinê yên şervanên YPG/YPJ’ê  li hember çeteyan dan destpêkirin li eniya rojava 4’ê Adarê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Taniş li Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ji aliyê rayedarên kantonê ve radestî malbatê û rayedarên MEYADER hat kirin. Cenazeyê Taniş anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûs û ji wir jî şandin Saziya Tiba Edlî ya Riha.

Hat ragihandin ku cenazeyê Taniş piştî karûbarên otopsiyê ji bo defnkirinê wê sibe bibin bajarê Taniş Mûşê.