Nobeda li Pirsûsê dewam dike

Pêngava azadkirinê ya YPG/YPJ'ê li hemû eniyan dewam dike. Li gel vê pêngavê li gundên Pirsûsê jî nobedarên berxwedanê, di roja 1756. de berxwedêr silav kirin.

Pêngava azadkirinê ya YPG/YPJ'ê li hemû eniyan dewam dike. Li gel vê pêngavê li gundên Pirsûsê jî nobedarên berxwedanê, di roja 1756. de berxwedêr silav kirin.

Di roja 175. a Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de ku bi operasyonên paqijkirina gundan re di asta serketinê de dewam dike, li gundên Pirsûsê nobedarên berxwedanê çalakiya zincîr ji mirovan pêk anîn. Bi sedan kesên li gundên Miseynter û Elîzerê hatin cem hev, şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. Nobedarên berxwedanê yên berê xwe dan Kobanê, li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê/Şengal" berxwedêr silav kirin.