YPG’ê nasnameya 4 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 cangoriyên azadiyê aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 cangoriyên azadiyê aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 cangoriyên azadiyê aşkera kir.
Navenda Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanên ku di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got,
“Berxwedana dîrokî ya yekîneyên me YPG/YPJ’ê li Kantona Kobanê didin nîşandan bi serketinê re rû bi rû ye û rojane çîrokên lehengiyê didin nivîsandin. Bi dehan pakrewanên me canê xwe kirin diyarî ji bo jiyanek bi rûmet.
Di vê berxwedan û qehremantiyê de ya rojên dawî li gundê Çelebiyê ya girêdayî Kobanê 4 rêhevalên me ku rolek mezin di şer de lîstin, bi îradeyek mezin û dirûşmeyên dilsozî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Em wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soz didin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarên rêya şehîdan bin. Dîsa em bi rêzdarî sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.”
Şervanê bi nasnav Êrîş Kobanê, 02.03.2015’an li Kobanê / gundê Çelebiyê jiyana xwe ji dest da
Şernavê bi nasnav Adil Efrîn, 02.03.2015’an li Kobanê / gundê Çelebiyê jiyana xwe ji dest da
Ehmed Muhemed ê bi nasnav Gênco Germiyanî li Başûrê Kurdistanê Kerkukê ji dayik bûye, 02.03.2015’an li Kobanê / gundê Çelebiyê jiyana xwe ji dest da
Şervanê bi nasnav Harûn Dêrik, 02.03.2015’an li Kobanê / gundê Çelebiyê jiyana xwe ji dest da