Li Colemêrg û Geverê coşa 8'ê Adarê
Bi pêşengiya KJA, li Colemêrg û Geverê mîtîngên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin lidarxistin. Bi deh hezaran jinên beşdarî çalakiyan bûn, bi kincên xwe yên rengîn, govenda azadiyê gerandin.
Bi pêşengiya KJA, li Colemêrg û Geverê mîtîngên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin lidarxistin. Bi deh hezaran jinên beşdarî çalakiyan bûn, bi kincên xwe yên rengîn, govenda azadiyê gerandin.
Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya li navçeya Colemêg Geverê, bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) li Parka Apê Mûsa bi beşdariya bi hezaran jinên kincên gelêrî li xwe kiribûn, destpê kir. Qada mîtîngê bi balên ji rengê kesk, sor, zer û mor, alên KJA û YPJ'ê hat xemilandin û li ser dikê jî wêneyên şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya û pêşengên şoreşa jinê ya cîhanê li gel pankarta bi nivîsa "Bi jinên li Kobanê li ber xwe didin re em xwe bi rêxistin bikin, jiyanê azad bikin" hatin daqliandin.
Jinên danê sibehê li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê civiyan, ber bi Parka Apê Mûsa ya li Kolana Cengîz Kopel meşiyan. Meşa dema gihaşt Parka Apê Mûsa hejmara jinan deh hezar derbas kir.
PEYAMA OCALAN BI CIŞ HAT PÊŞWAZÎKIRIN
Girseya gel û aktîvîsên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi anonsa "Hûn bi xêr hatin kulîlkên azadiyê, pêşengên oreşê, jinên Geverê" hatin pêşwazîkirin. Mîtîng bi xwendina helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Jina evînê" destpê kir. Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Oznur Canan axaftina vekirinê ya mîtîngê kir û diyar kir ku 8'ê Adarê li jinên YPJ'yî pîroz kir. Dûre peyama Ocalan a ji b o 8'ê Adarê hat xwendin û bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.
Piştî peyama Ocalan ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Naciye Îke peyivî û têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan silav kir. Hevşaredara Geverê Rûken Yetîşkîn jî diyar kir ku ji têkoşîna azadiyê re jin pêşengiyê dikin û got, "Xeyalên hina yên 'têkçûna Kobanê' di qirika wan de man. Silav ji Arîn Mîrxan a rêya serketinê ronî kir, re." Yetîşkîn bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "Em weke jin soz didin ku heta dawiyê em ê li gel Rêber Apo bin. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Jin jiyan e, jiyan jî azadî ye. Ev yek jî ancax bi têkoşîna jinê pêkane."
LI COLEMÊRGÊ DIRÛŞMÊN AZADIYÊ
Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA), bi beşdariya bi hezaran jinan li ber avahiya DBP'ê ya Navçeya Navendî ya Colemêrgê bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" mîtîngek pêk hat.
Di nava girseya gel de parlamentera HDP'ê ya Wanê Aysel Tûglûk, Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû, hevserokên DBP-HDP ên navçeya navendî, nûnerên jin ên saziyên civakî yên sivîl ên li bajêr amade bûn. Jinan bi kincên xwe yên gelêrî reng dan qada mîtîngê.
Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan û gerandina govendê, dewam dike.