Pîrozbahiyên Newrozê li taxên Şemrexê berdewam dikin

Pîrozbahiyên Newrozê yên li taxên navçeya Şemrex a Mêrdînê berdewam dikin. Gelê navçeyê li Taxa Deşan li ber agirê Newrozê govend gerand.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li taxên navçeya Şemrex a Mêrdînê berdewam dikin. Gelê navçeyê li Taxa Deşan li ber agirê Newrozê govend gerand.

Pîrozbahiyên Newrozê yên beriya çend rojan destpê kirin, li navçeya Şemrex a Mêrdînê berdewam dikin. Di pîrozbahiyên li Taxa Deşan, Hevşaredar Alî Ozkan, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên HDP û DBP’ê, rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeyê, Navenda Çanda Çiyayê Mazî û gelek kes beşdar bûn. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û her sê jinên Kurd ên ku sala 2013 li Parîsê hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.

Piştî vêxistina agirê Newrozê deqeyek rêz ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê hate girtin û piştre dirûşmên, “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.

Di axaftinan de, Hevşaredarê Şemrexê Alî Ozkan bal kişand ku lîstikên qirêj li ser Rojhilata Navîn tên meşandin û got: “Li Kobanê û Şengalê berxwedaneke mezin tê nîşandan. Em berxwedana wan silav dikin û Newroza wan pîroz dikin.”

Piştre Hevserokê HDP’ya navçeyê Mahîr Kapan axivî û Newroza gelê Rojava û hemû gelê Kurdistanê pîroz kir. Kapan xwest hemû kes di hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derkevin.

Paşê komên muzîkê yên Navenda Çand û Hunerê yên Çiyayê Mazî derketin ser dikê û li ber stranên wan govend hate gerandin.