KCD'ê komkujiyên 12'ê Adarê lanet kir
KCD'ê Darbeya 12'ê Adarê, Komkujiyên Gazî û Qamişlo lanet kir.
KCD'ê Darbeya 12'ê Adarê, Komkujiyên Gazî û Qamişlo lanet kir.
KCD'ê Darbeya 12'ê Adarê, Komkujiyên Gazî û Qamişlo lanet kir û got, "Yekane rêya derxistina hêzên darbekar-kontra ji jiyana gelên me, pêşvebirin û rêxistinkirina têkoşîna hevpar a yekîtiya demokratîk a gelên me esas digire, ye."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji ber salvegera Darbeya 12'ê Adarê, Komkujiyên Gazî û Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di salvegera Darbeya 12'ê Adara 1971'ê, Komkujiya Gazî ya 12'ê Adara 1995'an, Komkujiya Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an û qetilkirina Berkîn Elvan a di 11'ê Adara 2014'an de, em hemû hêzên darbekar-kontra yên êrîşî hebûn, yekîtî û pêşeroja me ya demokratîk kirin, bi tundî lanet û şermezar dikin."
'DÎROKA DARBE, KOMKUJÎ Û TÊKOŞÎNÊ'
Daxuyaniya KCD'ê bi vî rengî dewam kir: "Hêzên kontra yên ev êş û komkujî anîn serê gelê me, bi hêz û cesareta ji hesabnepirsîna ji xwe digirin, van komkujiyên xwe dewam dikin. Her roj li kolanên me zarokên me, ciwanên me, jinên me ji aliyê van hêzên kontra ve tên qetilkirin. Yekane rêya derxistina van hêzên darbekar-kontra ji jiyaan gelên me, pêşvebirin û rêxistinkirina têkoşîna hevpar a yekîtiya demokratîk a gelên me esas digire, ye. Aliyekî dîroka Tirkiyeyê darbe û komkujî ye, lê dîroka bingehîn dîroka têkoşînane. Berxwedana îro li Kobanê, li Şengalê û li her devera Tirkiyeyê tê meşandin, li ser nirxên vê dîroka berxwedanê bilind bûye."
KCD'ê yên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Li gorî berpirsyariya dilsoziya bi bîranîna wan re, ji bo afirandina welatekî demokratîk, wekhev û azad, em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku têkoşîn û berxwedana hevpar xurt bikin."