Hevserokatiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de her wiha bal kişand ser darbeya 12'ê Adarê û destnîşan kir ku bîranîna şoreşgerên piştî vê darbeyê hatin qetilkirin wê bi bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hevpar a gelan, bijî.
12'Ê ADARÊ ROJA DEMEKE TÊKOŞÎNÊ YA LI DIJÎ ZILMÊ YE
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 12'ê Adarê her çend rojeke bi êş a dîroka gelên Tirkiye û Kurdistanê ye, di heman demê de rojeke ku li dijî zilmê berxwedanê û têkoşîneke nû destpê kiriye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, şoreşgerên piştî darbeya 12'ê Adara 1971'an de hatin qetilkirin, bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di salên 1960-70'yî de li her devera cîhanê ciwanên rewşenbîr û şoreşger, bi ruhekî nû yê têkoşîn û azadiyê rabûne ser piyan û destnîşan kir ku ev rabûna ser piyan li hemberî zexta kapîtalîzmê li gelan dikir û li hemberî rewşa reel sosyalîzmê ya nekarî bersivê bide têkoşîna demokrasî û azadiyê, pêk hatiye.
Hevserokatiyê diyar kir ku ruhê têkoşer ê ciwanên şoreşger ku bi şoreşa Vîetnamê û têkoşîna rizgariya Fîlîstînê re kapîtalîzm hejand, bandoreke kûr li ser tevgera demokratîk şoreşger a li Tirkiyeyê kir û da xuyakirin, ku ji bo bidawîkirina vê tevgerê, di 12'ê Adara 1971'ê de darbeya leşkerî hatiye kirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi bi darbeya 12'ê Adarê de li hemberî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û şoreşgeran, pêleke êrîşê ya faşîstan hatiye destpêkirin û hat gotin, "Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê li hemberî darbeya faşîst a 12'ê Adarê serî netewandiye û bi sekneke milîtanî û biryardar li ber xwe daye. Berxwedana lehengî ya Mahîran a li Kizildereyê, qîrîna Denîzan a 'Bijî Yekîtiya Têkoşînê ya gelên Kurd û Tirk' a li sêdarê, berxwedana Îbrahîm Kaypakkaya ya bêhempa, îro di nava tevgera azadiyê û yekîtiya têkoşînê ya tevgerên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê de dijîn. Em Mahîran, Denîzan û Kaypakkayayan careke din bi berxwedana wan a bi rûmet re bibîr tînin. Em ê bîranîna wan bi bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên me re, bidin jiyîn."
'LI PÊŞBERÎ BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN GAZÎ EM BI RÊZDARÎ BEJNA XWE DITEWÎNIN'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di salên 1990'î de bi Komkujiya Gazî re hewl hatiye dayîn çavê kedkaran, Elewiyên berxwedêr û tevgerên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê yên xwedî li Tevgera Azadiyê ya Kurd derdiketin were tirsandin û hat gotin, "Lê belê ev berxwedan hîn bêhtir hatiye xurtkirin û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hevpar a gelên me mezintir bûye. Bi vê wesîleyê em careke din hêzên faşîst ên Komkujiya Gazî kirin bi hêrseke mezin lanet dikin, li pêşberî bîranîna şehîdên Gazî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soz didin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn."
LI DÛ KOMKUJIYA QAMIŞLO KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ BÊ NAVBER DEWAM DIKE
KCK'e, qurbaniyên komkujiya di 12'ê Adara 2004'an de li Qamişlo hat destpêkirin, bibîr anî. Di daxuyaniya KCK'ê de ev xal hat destnîşankirin: "Di 12'ê Adara 2004'an de rejîma faşîst a Baasê, li Qamişlo komkujî aniye serê gelê me. Di vê komkujiyê de bi dehan welatparêzên me jiyana xwe ji dest dane, bi dehan birîndar bûne. Gelê Kurd, li hemberî rejîma Baas a mêtînger her tim li ber xwe daye. Kevneşopiya berxwedanê ya gelê me bê navber dewam kiriye û bi şoreşa Tîrmeha 2011'an re tacîdar bûye. Şoreşa Rojava îro bûye çavkaniya mezin ji bo hemû bawerî û gelên bindest, veguheriey modela Xweseriya Demokratîk a jiyana bi hev re ya hemû gelan. Bi Rojava ya Azad re eger Sûriyeyeke demokratîk were afirandin, wê hemû gel û bawerî bi hev re di nava rewşeke demokratîk de bijîn."