Ji artêşa Tirk êrîşên bi obus û hawanan

Hat ragihandin ku artêşa Tirk li hember derdora qereqola Oremar û Keleha Ertûşa ya li herêma Zapê bi obus û hawanan bombardûman pêk anîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 11’ê Adarê saet di navbera 10:00-12:00 de li derdora Qereqola Oremar a a li xeta sînor a navçeya Gever a Colemêrgê bi obus û hawanan bombardûmanek pêk aniye. Dîsa heman rojê saet di navbera 14:00 - 15:00’an de helîkopterên artêşa Tirk li ser qada Şehîd Rehîme geriyane. Gerîlayan bi armanca hişyariyê helîkopter gulebaran kirine. Lê belê piştî helîkopter careke din ketin herêmê vê carê bi çekên giran bi armanca hişyariyê hatine gulebarankirin. Helîkopterên kobra bi temamî ji qadê vekişiyan.

Dîsa heman rojê saet di navbera 11:00 - 13:00’an de ji Qereqola Bîlîcan a di kontrola artêşa Tirk de û li xeta sînor a herêma Zapê ye li hember Keleha Ertûşa bi obus û hawanan bombardûmanek pêk hatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî keşfên li Herêmên Parastinê yên Medya ev agahî da: “Di navbera 8-9-10 û 11’ê Adarê saet 13:00 - 14:30’î de li xeta sînor a herêma Xakurkê ya girêdayî Heremên me yên Parastinê yên Medya, li ser qadên Gerdiya û Geliyê Reş tevgera balafirên şer ên artêşa TC a dagirker rû daye. Her wiha 10 û 11’ê Adarê saet di navbera 09:00 - 11:00’an de li ser herêma Gerdiya û Geliyê Reş, 11’ê Adarê saet di navbera 06:00 - 22:00 û 12’ê Adarê (îro) di navbera 04:00 - 05:00’an de li xeta sînor a Zapê, 11’ê Adarê saet di navbera  11:30 - 14:30 û 20:00 - 21:00’ê de li ser herêma Metîna pêgerên hewayî yên keşfê geriyane. Ji 7’ê Adarê ve li herêma Avaşîn a li xeta sînor li qada Şehîd Rehîme pêgerên hewayî yên keşfê bi awayekî zêde geriyane.”