Şervanê YPG’ê Yeşîlirmak li Bedlîsê hat defnkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Faydan Yeşîlirmak ê di operasyona azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Faydan Yeşîlirmak ê di operasyona azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Faydan Yeşîlirmak (Zagros Agir) ê di operasyona azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Bedlîsê hate definkirin. Cenazeyê Yeşîlirmak li Tesîsên Buzlupinarê ji aliyê sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin û birin gundê Olekê. Piştre cenazeyê Yeşîlirmak ber bi "Şehîdgeha Xerzanê" ve derxistin rê. Konvoya cenaze 500 metre dûrî şehîdgehê rawestiya û darbesta Yeşîlirmak bi meşê bibirin goristanê. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd rêya te rêya me ye", "Bijî Kurd û Kurdistan" û "Bijî berxwadana Kobanê" hatin berzkirin û alên YPG û PKK'ê hatin hilgirtin.

Rêveberên HDP-DBP'ê yên Bedlîs, navçeyan, hevşaredarên Bedlîs û navçeyan, MEYA-DER, ÎHD û bi hezaran welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Berî definkirinê birayê Şervanê YPG'ê Yeşîlirmak Şerafettîn Yeşîlirmak axivî û diyar kir ku ew deyndarên şervanên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Bedlîsê Enver Barîn jî sersaxî li malbatê da û wiha got: "Li dora Kobanê têl hatibûn raçandin. Lê şehîdên me ev têl hilweşandin. Em ê her tim di rêya wan de bimeşin."

Piştî axaftinan cenazeyê Yeşîlirmak hate definkirin û rêzgirtin pêk hat.