Yekane firina li Kobanê hewl dide nan bigihîne welatiyan

Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kirin firina nan a xizmet dida welatiyan demekê rawestiya û piştî welatî vegeriyan bajêr careke din dest bi xebatên xwe kir.

Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kirin firina nan a xizmet dida welatiyan demekê rawestiya û piştî welatî vegeriyan bajêr careke din dest bi xebatên xwe kir. Berpirsiyarê Firinê Îbrahîm Salih diyar kir ku ji bo nan bigihijînin welatiyan kedeke mezin didin lê êdî ard û hevîrtirş kêm dibe û banga alîkariyê kir.

Piştî çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlonê de bi çekên giran êrîş li Kobanê kirin zerarekî mezin dan bajar û sazî û dezgehên li bajar hemû xirab bûn û hatin asta xizmetê nedin. Piştî bajar bi berxwedaneke dîrok hate azadkirin bi hezaran welatiyên koçber bûn careke din dest bi vegerê kirin û ji bo bajar careke din vegere qada jiyanê dest bi xebatan kirin. Gelek saziyên xizmetê tevî ku avahiyên wan hatin hilweşandin disa jî dest bi xebatên xwe yên civakî kirin. Li bajar firina nan a ku xizmet dida welatiyan jî ji ber êrîşan demek kin rawestiya. Lê piştî welatî vegeriyan bajar careke din hem ji bo şervanan û hem jî ji bo welatiyan nan çêdike.

NAN BÊ PERE TÊ BELAVKIRIN

Berî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 3 firinên nan ên ayîdî hikûmeta kantonê li navenda bajar û gundan xizmet dida welatiyan lê piştî êrîşan tenê firinek ma. Berî êrîşan li firinan 100 kes şev û roj dixebitîn û piştî êrîşan firin hatin girtin. Di dema berxwedanê de li bajar hewcehiya nan tenê ji aliyê 4 kesên dildar ve bi firinekî biçûk dihate dîtin. Piştî azadkirina bajar li firinê niha 70 welatî bi dildarî dixebitin. Nanê li firinê tê çêkirin bê pere li welatiyan tê belavkirin.

Berpirsiyarê Firinê Îbrahîm Salih diyar kir ku rojê 150 hezar nan lê dixin. Salih anî ziman ku vegera welatiyan berdewam dike û her diçe hewcehiya nan zêde dibe. Salih da zanîn ku hewcehiyên ard û hevîrtirş zêde bûne û wiha axivî: "Bi zêdebûna nifusê re ard û hevîrtirşê di depoyan de kêm bûn. Ji bo welatiyên li bajêr mexdûr nebin divê hemû kesên li gorî derfetên xwe alikariyê bikin."

DI BIN ÊRÎŞA HAWANAN DE NAN ÇÊKIRIN

Xebatkarê Firinê Ferzat Alî jî diyar kir ku di dema êrîşan de bi 3 hevalên xwe re li fireke biçûk ji bo şervanan nan çêdikirin û wiha got: "Bi hevalên xwe re me li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir, lê piştî firina bajar hate girtin û nan nehat me jî biryar da di firineke biçûk de nan çêbikin." Alî anî ziman ku di şertên şer ên zor de ji bo şervanan nan çêkirin û wiha axivî: "Hin caran guleyên hawanan gelek nêzî firinê diketin. Xeteriya firin bi ser me de hilweşe hebû. Lê me di her şertî de ji bo berxwedêrên xwe nan derxist. Di van şertan de me ji bo gelê xwe nan çêkiribe em wê di her şertî de jî ji bo gelê me mexdur nebe nan derbixin."