Nasnameya cangoriyekî YPG'ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanê YPG’ê Mucahîd Akturk (Azad Dêrik) ku di 8’ê Adara 2015’an de li xeta Til Hemîs û Til Birak jiyana xwe ji dest dabû, aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanê YPG’ê Mucahîd Akturk (Azad Dêrik) ku di 8’ê Adara 2015’an de li xeta Til Hemîs û Til Birak jiyana xwe ji dest dabû, aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê di malpera xwe ya fermî de bi daxuyaniyekê nasnameya têkoşer Akturk aşkera kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Rêhevalê me Azad Dêrik di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Xeta bajarokên Til Hemîs û Til Birak piştî berxwedaniyeke mezin tevlî nava karwanên şehîdan bû.,
Şehîd Azad ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava Şoreşa Rojava bû û di gelek çeperên şer de cihê xwe girt. Li ser vê yekê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kir û gihîşt asta pîroz a şehadetê .
Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di kesayeta Şehîd Azad de tevahî şehîdên Şoreşa Azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Dîsa em soza xwe bi şehîdan re nû dikin ku li ser rêya wan şopdar bin û sersaxiyê ji bo tevahî malbatên şehîdan dixwazin.
AGAHIYÊN NASNAMEYÊ
Navê Tevgerî : Azad Dêrik
Navê Rast : Mucahîd Akturk
Cihê ji dayikbûnê : Midyad, Mêrdîn
Dîroka Tevlîbûnê : 2014
Cih û Dîroka ji destdayîna jiyanê: 8 Adar 2015 Xeta Bajarokên Til Hemîs û Til Berak