Li Kantona Cizîrê sibehê hilbijartin heye
Şêniyên Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo hilbijartina Meclîsên Şaredariyan sibehê diçin ser sindoqan.

Ji bo hilbijartinên meclîsên şaredariyan ên Kantona Cizîrê ku dê sibe pêk werin, êdî saet mane. Piştî ku dema propagandayê şevê din bi dawî bû, êdî hemû namzet û welatî li benda dengdayînê ne.
Li gorî plansaziya ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê diyar kiriye, wê sibehê welatiyên Kantona Cizîrê ji bo hilbijartina 306 endamên meclîsên 12 şaredariyan, li 160 navendên ku sindoqên hilbijartinê lê hatine bicîhkirin, dengên xwe bikar bînin. Di hilbijartinan 565 namzet wê bikevin pêşbirkê.
Wê hilbijartin serê sibehê saet di 08.00’an de destpê bikin û heta saet 20.00’an de dom bikin.
Piştî ku dengdayîn bidawî bû, komîteyên çavdêriya hilbijartinan ên bajaran wê bi alîkariya erkdarên sindoqan kîsên dengan mohr bikin û bibin Komîseriya Bilind a Hilbijartinan.
Dengên ku ji hemû bajaran tên, wê li navenda Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bêne jimartin. Di dema jimartinê de wekîlên namzetan jî dikarin amade bibin.