Li Rojava çalakî û pevçûn dewam dikin

Li kantonên Kobanê û Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê, pevçûnên di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de dewam dikin.

Li kantonên Kobanê û Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê, pevçûnên di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de dewam dikin. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Til Temirê dewam dikin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, îro saet di 04.00’an de li derdora Pira Qereqozak ku 30 kîlometre li başûrrojavayê Kobanê ye, di navbera hêzên YPG’ê, hêzên Burkan El -Ferat û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar qewimîn. Pevçûnên li herêmê hîn didomin.

Li heman eniyê çeteyan ji gundê Nasiriya Mezin bi çekên giran û tankan êrîşî gundê Nasiriya Biçûk kirin. Li van herêman jî hêzên YPG’ê û Burkan El-Ferat bersiv dan çeteyan. Pevçûn berdewam dikin.

Li eniyan başûr çeteyên DAIŞ’ê topên hawanan di avêjin gundê Ceediya Biçûk.

Li rojhilatê Kantonê şevê din hêzên YPG’ê di navbera gundên Akbaş û Idaniyê de li hemberî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de motorsikletek hate rûxandin.

Li heman eniyê hêzên YPG’ê li Girê Xanê jî çalakiyek li dar xist û 3 çete hatin kuştin.

Li eniya başûr li ser rêya navneteweyî çalakiyek hate lidarxistin û di encamê de wesayîtek hate rûxandin û çeteyên tê de hatin kuştin. Di pevçûna li heman herêmê de 3 çete hatin kuştin.

Li eniya rojhilat jî îro danê sibehê çeteyan êrîşî gundê Milîsê Kor kirin. Li ser bersivdayîna hêzên YPG’ê êrîşên çeteyan hatin şikandin û gelek çete hatin kuştin. Lê agahiyên zelal nehatin girtin.

LI TIL TEMIRÊ PEVÇÛNÊN DIJWAR

Di vê navberê de, hat ragihandin ku şevê din saet di 10.00’an de di navbera hêzên hevbeş (YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Zêrevanên Xabur, Sutoro û Asayîş) û çeteyên DAIŞ’ê de li gundên Til Nesrî, Til Şamîran ên li başûr rovayê Til Temir şerên dijwar qewimîne.

Hat destnîşankirin ku çete bi çekên giran êrîş kirine, lê hêzên hevbeş bersiva tund daye û êrîş têne şikandin.
Çeteyên DAIŞ’ê her wiha bi topên hawanan êrîşî Til Nesrî û Eraa, her wiha navenda bajar dikin. Pevçûnên li herêmê didomin.