Wan ji bo meşa ‘Ji Cizîrê ber bi Amedê ve ji Ocalan re Azadî’ amade ye

Rêveberê HDP’ya Wanê Metîn Alma da zanîn ku ew ê bi awayekî girseyî tevlî meşa mezin a wê 14’ê Adarê ji Cizîrê ber bi Amedê ve bê lidarxistin, bibin û diyar kir ku ew ji bo meşa ku wê heta 21’ê Adarê bi dawî bibe, amade ne.

Rêveberê HDP’ê Metîn Alma têkildarî meşê daxuyaniyek da û diyar kir wê meşa mezin ji Cizîrê destpê bike û heta qada Newrozê ya Amedê berdewam bike. Alma da zanîn ku ew ê bi awayekî girseyî tevlî vê meşa dirêj a ku wê bi pêşengiya rêxistinên partiyê yên Botanê bê lidarxistin bibin û got: “Azadiya Birêz Ocalan azadiya hemû gelê me û gelên Rojhilata Navîn e. Heta niha hikûmeta AKP’ê li hemberî pêngavên fedakarî yên Birêz Ocalan ji bo aştiyê avêtiye ti gavek neavêtiye.”

Alma da zanîn ku êdî tehemûla gelê me ya ji bo girtina Ocalan nemaye û got: “Wê gelê me divê Newrozê de jî li qadan be û Rêbertiya xwe xwedî derkevin.” Alma têkildarî meşê jî agahî da û diyar kir ku ew ê roja 13’ê Adarê ber bi Cizîrê ve bimeşin.

Alma herî dawî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got: “Herî dawî em endamên Meclîsa Şaredariyê Tahsîn Aktî û xebatkarê şaredariyê Metîn Altintaş ên li Kobanê şehîd bûne, bi rêzdarî bibîr tînin.”