HDP: Li Gazî û Qamişloyê xwestin Elewî û Kurdan teslîm bigirin

HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî qurbaniyên komkujiyên Gazî û Qamişlo bibîr anî.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, ji ber salvegera komkujiyên Qamişlo û Gazî daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

HDP'ê bibîr xist ku di Komkujiya Gazî ya 12'ê Adara 1995'an de, di encama destwerdana hêzên dewletê yên li xwepêşandanên protestoyî de 22 kesî jiyana xwe ji dest dan, 155 kes birîndar bûn û got, "Komkujiya Gazî, mîna li Dêrsim, Mereş, Çorûm û Sêwasê weke komkujiyek li hemberî civata Elewiyan cihê xwe di nava rûpelên tarî yên dîrokê de girt."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî belge, agahî û îfadeyên hatin dayîn de derket holê ku komkujî ji aliyê hêzên di nava dewletê de hatiye plankirin û pêkanîn û hat destnîşankirin ku bendewariya hemû Elewî û raya giştî ya demokratîk ew bû ku yên ev komkujî kirine, yên fermana komkujiyê dane û hemû berpirsyarên din werin darizandin, cezayê heq kirine bigirin, lê belê ev bendewarî bêbersiv maye.

HDP'ê diyar kir ku siyasî û rêveberên destûr dane komkujiyê û di komkujiyê de cih girtine tên parastin da zanîn, ku mîna komkujiyên din dadgeriyê hewl daye ser rastiyên li Gazî binixumîne.

'AKP'Ê JI BO RONÎKIRINA KOMKUJIYÊ GAVEK BI TENÊ JÎ NEAVÊT'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Eger berê hesabê komkujiyên Mereş, Çorûm û Sêwasê bihata pirsîn û ev bihata ronîkirin wê Komkujiya Gazî rû nedabûya. Ji ber ku Komkujiya Gazî nehat ronîkirin Komkujiya Roboskî rû da. Heman mejî di Berxwedana Gezî de jî careke din derket holê û 8 ciwanên me qetil kir.

Eger Tirkiye dixwaze êdî bi van komkujiyan re neyê bîranîn, dixwaze di rêya dewletbûyîneke demokratîk a hiqûqî de bi pêş ve biçe û aştiya navxweyî misoger bike, pêwîste bi vê paşeroja xwe ya tarî re rû bi rû bibe, hesab bide, sûcên mirovahiyê yên li dijî gelan hatine kirin ronî bike û berpirsyaran darizîne. Desthilatdariya AKP'ê di nava 13 salên xwe de ji bo ronîkirina van mijaran gavek bi tenê jî neavêtiye."

'XWESTIN LI QAMIŞLO LÊGERÎNA AZADIYÊ BITEPISÎNIN'

HDP'ê bibîr xist ku di 12'ê Adara 2004'an de di dema bûyerên maça futbolê de li Qamişlo di roja destpêkê de 8 kesî jiyana xwe ji dest dane û merasîma cenaze ji ber êrîşa hêzên Baasê veguheriye komkujiyê. HDP'ê got, "Di êrîşa li Qamişlo de 29 Kurd hatin qetilkirin. Rejîma Baasê bi vê komkujiyê re xwest lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd a ji bo nasname, rûmet û statuya xwe têdikoşe, bitepisîne, gel bêdeng bike û teslîm bigire.

Mixabin wê rojê cîhan li hemberî vê sûcê mirovahiyê bêdeng ma, ji bilî gel û dostên Kurdan kes li hemberî êrîşa rejîma Baas derneket. Hêzên navneteweyî li gorî berjewendiYên xwe hevkariya xwe ya bi rejîmê re dewam kirin."

'KURDAN HEBÛNA XWE JI CÎHANÊ RE RAGIHANDIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di ser komkujiyê re 11 sal derbas bûne û îro li Qamişlo rewş gelekî cuda ye û hat gotin, "Gelê Kurd ji têkoşîna xwe ya bi salan meşand, gavek bi tenê bi paşve neavêt û bi hêza xwe ya cewherî rêveberiya xweser ava kir. Pêvajoya heta gihaşt Şoreşa Rojava ne hêsan bû. Lê belê di encama berdêlên hatin dayîn de vîna gel bi ser ket.

Gelê Kurd ê beriya demeke kurt bi komkujiyan re hewl hat dayîn bê tinekirin, îro li navenda Rojhilata Navîn li Rojava rêveberiya xweseriya demokratîk ava kir û ji tevahiya cîhanê re îlan kir ku ew ê ji ser dika dîrokê neçe, weke gelekî bi rûmet, hebûna xwe bi şêweyekî wekhev û azad dewam bike."