Navê "Şehîdên 12'ê Adarê" li Stadyûma Qamişlo hat kirin

Cangoriyen di Komkujiya Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an de jiyana xwe ji dest dan, li Stadyûma Futbolê ya li bajarê Qamişlo bi merasîmekê tên bîranîn. Di merasîmê de navê stadyûmê weke "Stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê" hat guhertin.

Cangoriyen di Komkujiya Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an de jiyana xwe ji dest dan, li Stadyûma Futbolê ya li bajarê Qamişlo bi merasîmekê tên bîranîn. Di merasîmê de navê stadyûmê weke "Stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê" hat guhertin.

Ji bo bîranîna cangoriyên komkujiya 12’ê Adarê ku di sala 2004’an de li stadyûma futbolê ya Qamişlo di dema maça futbolê de ji aliyê rejîma Baas ve li dijî gel hatibû pêkanîn û bi dehan kes hatibûn qetilkirin, merasîma bîranînê tê lidarxistin.

Merasîma bîranînê ya salvegera 11. ji aliyê Desteya Ciwan û Sporê, Saziyên Civaka Sivîl, Meclîsa Gel a Qamişlo û Şaredariya Qamişlo ve li stadyuma bajar ku komkujî lê pêk hatibû, tê organîzekirin.

Merasîm, bi beşdariya Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif, serokên desteyên Meclîsa Rêveber, endamên Meclîsa Zagonsaz, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), partiyên siyasî, Saziyên Civaka Sivîl, malbatên tekoşerên 12’ê Adarê û hezaran kesan, destpê kir.

Di çarçoveya bernameya bîranînê de destpêkê stadyûma ku navê wê wekî “Stada Şehîdên 12’ê Adarê” hatiye guhertin, hate vekirin. Qurdeleya stadyumê ji aliyê dayîkên têkoşerên bi navê Aliya Serac, Zehra Ehmem û Civala Mûrad ku di 12’ê Adara 2004’an de di stadyumê de li ser destê hêzên rêjîma Baas jiyana xwe ji dest dabûn ve hate birîn.

Deriyê stadyûmê û dîwarên wê bi wêneyên cangoriyên 12’ê Adarê, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîsa bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin.

Piştî vekirina stadyûmê mêvan û welatiyên ku wêneyên tekoşeran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên Kurdî hildabûn derbasî stadyûmê bûn. Girseya gel û mêvan pişt re jî li trîbunan cihê xwe girtin.

Li nava stadyûmê jî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên têkoşer Rustem Cûdî û Arîn Mîrxan, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Star, YPG û YPJ’ê hatin daliqandin.

Li stadyûma ku hîn jî herikîna welatiyan didome, wê demek piştre bername destpê bike.