Komkujiya Qamişlo li Kobanê hat şermezarkirin

Rêveberiya Kantona Kobanê, komkujiya Qamişlo şermezar kir û bal kişand ser têkoşîna wekhevî û biratiyê ya li her aliyê Rojava tê meşandin.

Rêveberiya Kantona Kobanê, komkujiya Qamişlo şermezar kir û bal kişand ser têkoşîna wekhevî û biratiyê ya li her aliyê Rojava tê meşandin.

Rêveberiya Kantona Kobanê bi boneya 11’emîn salvegera komkujiya Qamîşlo daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya ku li ber avahiya rêveberiya kantonê hate dayîn ji aliyê Berdevkê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Mehmûd Bişrî Beşar ve hate xwendin.

Mehmud Bişrî Beşar komkujiya 12’ê Adarê ya Qamişlo şermezar kir û cangoriyên 12’ê Adarê bibîr anî.

Bişrî Beşar destnîşan kir ku rejîma Baasê di 12’ê Adara 2004’an de xwestiye ku di navbera gelên Kurd û Ereb de pevçûnan derxe û got, “Êrîşkaran wê demê îro di nava DAIŞ’ê  de êrîşî gelan dikin. Alîgirên rejîma Baasê hîn jî li ser kodên wê demê  şekil digirin û ji armanca xwe dûr neketine”

Beşar anî ziman ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê  li hemberî van pêkanînan xwe bi rê ve birine û pêşketinên mezin bi dest xistin, lewma siyaseta  sîstema  ku gelan li hemberî hev dide kuştin lewaz bûye. Beşar wiha dewam kir:

“Her çiqas berdêlên giran hatibin dayîn jî, şehîdên Qamişloyê careke din pêwîstiya bi parastina cewherî ya Rojava  danîn holê. YPG encama pêwîstiya birêxistikirina parastina cewherî ye. Li her bihostek Rojavayê Kurdistanê li hemberî vê zîhniyeta paşverû, hovane û ji mirovatiyê para xwe negirtiye şerekî mezin tê dayîn. Di encama vî şerî serketinên mezin hatine bidestxistin. Pevçûnên ku beriya 11 salan dihate xwestin di navbera gelê Ereb û Kurd de bê derxistin, bi berxwedanî û şerê hêzên hevbeş niha li Til Temirê  hatiye pûçkirin. Îro li her sê Kantonên Rojavayê Kurdistanê hemû gelên herêmê û pêkhatiyên wê mil bi mil di heman mewziyan de cih digirin.”