Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Em li her cihî li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Eger pêwîstî pê hebe em ê di paqijkirina Mûsilê de jî cih bigirin. Em ê li deverên din jî li dijî vî dijminê mirovahiyê şer bikin. Divê ev li ti cihî nemînin."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di bernameya Rojeva Welat a li Stêrk TV axivî.
Bayik çalakiyên 8'ê Adarê nirxand û diyar kir ku beşdariya li çalakiyan li her cihî xurt û bi coş bû. Bayik anî ziman ku ev yek nîşan dide tevgera jinê bêhtir mezin bûye. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn ku azadiya civakê bi azadiya jinê dibe û hewldana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo tevlîkirina jinê li pêvajoya muzakereyê bibîr xist.
BERXWEDANA ROJAVA WÊ PÊŞENGIYÊ JI DEMOKRATÎKBÛYÎNA SÛRIYEYÊ RE BIKE
Bayik êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên der barê Sûriye û Iraqê de jî nixand.
Bayik da xuyakirin ku bi serketina berxwedana li Kobanê re helwesta hêzên navneteweyî guheriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Yên bêdeng man, heta yên piştgirî dan DAIŞ’ê helwesta xwe guhertin û li rex berxwedana Kobanê cihê xwe girtin. Ger ligel berxwedana Kobanê cih negirtibana, wê li hemû Rojhilata Navîn winda bikirana. Berxwedana Kobanê ew dan zorê. Berxwedana Kobanê rewşeke nû derxist holê."
Bayik di berdewamiya axaftina xwe de got ku wan beriya serketinê her tim anîne ziman ku wê berxwedan qedera her kesî diyar bike û bi serketina Kobanê re ev hatiye piştrastkirin.
Bayik da zanîn bi serketina Kobanê re Şoreşa Rojava îspat kir ku dikare ji demokatîkbûyîna Sûriyeyê re pêşengiyê bike.
EM LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI HER DERÊ DIKARIN ŞER BIKIN
Bayik operasyona artêşa Iraqê ya ji bo azadkirina Mûsilê jî nirxand û bal kişand ser hevsengiya hêzê ya li Mûsilê.
Bayik anî ziman ku Tirkiye naxwaze Mûsil azad bibe û ragihand, ku hin derdor dixwazin Mûsilê bi dest bixin û çeteyên li vê derê ber bi Rojava ve dehf bidin.
Bayik serdana Wezareta Parastina Tirkiyeyê ya li Iraqê nirxand û diyar kir ku ev yek jî bi vê planê ve girêdayî ye.
Bayik bal kişand ser azadkirina Til Hemîs û Til Birak ji bo Rojava û Şengalê û hişyarî da ku hînê xeterî dewam dike.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku eger ji wan bê xwestin ew amade ne li Mûsilê li dijî DAIŞ'ê şer bikin û got, "Em li her deverê li dijî DAIŞ'ê ne. Em bi biryar in ku li hemberî van dijminê mirovahiyê şer bikin. Eger pêwîstî pê hebe em ê di paqijkirina Mûsilê de jî cih bigirin. Li deverên din jî li hemberî van dijminê mirovahiyê em ê şer biin. Divê ev dijminê mirovahiyê li ti deverê nemînin."
YEKANE HÊZA KU PÊŞÎ LI AKP’Ê BIGIRE HDP YE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî nirxand û got ku AKP dixwaze di van hilbijartinan de hegemonyaya xwe xurt bike.
Bayik wiha berdewam kir: "Hedefa AKP’ê qezenckirina hilbijartinan e. Dixwaze qanûnên esas ên destûra bingehîn biguhere, li gorî xwe destûra bingehîn amade bike û pergala serokatiyê pêş bixe. Eger van pêş bixe dixwaze dîktatorî û hegemonyaya xwe demdirêj bike. Dixwaze muxalefetê bêdeng bike û tasfiye bike. Hedefa wan ev e.
Bayik anî ziman ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê wê qedera her kesî diyar bike û got ku şert û merc ji bo ku hêzên demokrasiyê encamê bigirin gelek di cih de ne.
Her wiha da zanîn ku divê hemû aliyê demokrasiyê di bin sîwaneya HDP’ê de bibin yek û hamleyekê pêk bînin. Bayik di dawiya axaftina xwe de got ku qedera Tirkiyeyê ancax bi vî awayî dikare bê guhertin û yekane hêza ku pêşiya AKP’ê bigire HDP ye.