'Ya herî xetere mejiyê CHP'ê ye'

Endama Komîteya Jineolojî ya pAJK'ê Zozan Sîma der heqê komkujiya Gazî de got, "Bûyer, bi gulereşandina li Qehwexaneya Rojhilat û kuştina pîrê Elewiyan Halîl Kaya destpê kir. Ne qehwexaneya hat gulereşand ne jî Halîl Kaya rasthatî nînin."

Endama Komîteya Jineolojî ya pAJK'ê Zozan Sîma der heqê komkujiya Gazî de got, "Bûyer, bi gulereşandina li Qehwexaneya Rojhilat û kuştina pîrê Elewiyan Halîl Kaya destpê kir. Ne qehwexaneya hat gulereşand ne jî Halîl Kaya rasthatî nînin."

Endama Komîteya Jineolojî ya PAJK'ê Zozan Sîma, di salvegera komkujiya Gazî de der heqê bûyerên di komkujiyê de qewimîn û armancên wê de ji ajansa me re axivî. Sîma diyar kir ku hêza siyasî ya Elewiyan heta niha di bin îpoteka CHP'ê de ye û got, "Elewî bi rastî jî bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne. Aliyekî xeteriyê AKP, aliyê din jî CHP ye."

Di 12'ê Adara 1995'an de di komkujiya li Taxa Gazî ya Stenbolê de 17 kesî jiyana xwe ji dest dan. Bûyer, piştî ku pîrekî Elewiyan ji ber gulereşandina qehwexaneyeke Elewiyan ji aliyê kesên hînê nasnameya wan nehatiye diyarkirin ve jiyana xwe ji dest da, destpê kir. Di roja duyemîn a bûyerê de, hêzên polîsan ên dest li rakirina cenazeyan werdan de, ji ber gulereşandina polîsan bi dehan kes mirin. Li ser vê yekê bûyer li gelek semtên Stenbolê belav bû û bi rojan dewam kir. Di lêpirsîna li ser bûyerên ku 17 kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn de hînê encameke zelal derneketiye holê. Her wiha kiryarên rastî yên bûyerê jî nehatine dîtin. Endama Komîteya Jineolojî ya PAJK'ê Zozan Sîma, li ser sedemên komkujiya li taxa gazî û lîstikên li ser Elewiyan tê lîstin, bersiv da pirsên me.

Çima taxa Gazî hat hilbijartin, ev tax xwedî kîjan taybetmendiyan bû ku hat hilbijartin?

Beriya her tiştî ez mirovên di bûyerên Taxa Gazî de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr tînim. Komkujiyên hatin serê Elewiyan bêguman berî bûyerên Taxa Gazî destpê kirin. Li Koçbirî, beriya destpêkirina pêvajoya 12'ê Îlonê dewletê bi polîtîkayên valakirinê Elewî ji cih û warên xwe derdixist. Taxa Gazî taxeke ku bi giranî Koçgiriyî û Dêrsimî lê dimînin e. Cihekî ku bi giranî Elewiyên Kurd, girseyeke bi sempatî nêzî çepgirî û tevgera azadiyê ya Kurd dibû, dima. Bi hesta binpêkirinê ya li gelek deverên Stenbolê re, li cihên bi vî rengî kom dibûn. Ev kombûn di heman demê de navgîneke jîndarkirina wê çandê, kevneşopiya şoreşgerî û komunalîste ye. Taybetmendiyeke bi vî rengî ya taxa Gazî hebû. Gelekî li qada polîtîk têdikoşiya, kom dibû. Li gelek qadan hewldanên bi vî rengî hebûn lê belê ji aliyê potansiyeta şoreşgerî ve li Gazî dînamîkeke xurt hebû. Cihekî ku tevgerên çep ên Tirkiyeyê û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi giranî lê dijiya. Bi salên 90'î re ew potansiyel aktîf bû û xwe nêzî tevgera azadiyê ya Kurd kir. Ev rewş û taybetmendî di hilbijartina Gazî ji bo komkujiyê de, roleke diyarker lîstiye.

Bûyerên Gazî çawa destpê kirin, çi qewimîn?

Bûyerên bi vî rengî bi giranî bi bûyereke provakatîf destpê dikin. Rêberê me vê yekê weke rêxistinbûyîna gladîo ya li Tirkiyeyê pênase dike. Bûyeran, bi gulereşandina Qehwexaneya Rojhilat û bi qetilkirina pîrekî Elewiyan Halîl Kaya re destpê kirin. Ne qehwexaneya gule lê hat reşandin, ne jî Halîl Kaya yê hat kuştin, rasthatî ne. Di dema bûyeran de li wir nebûm, lê belê ji nêz ve min dişopand. Ne tenê qehweyeke gelek qehwe hatin gulereşandin, kujeran li pêş çavê polîsan xwe dihejandin û reviyan. Destwerdana li bûyerê jî piştî bi saetan jî nebû. Ji xwe gel ji vê destlênewerdanê aciz bû û dûre ber bi qereqolê ve meşiya. Kesê duyemîn jî li wir bi fîşeka polîsan hat qetilkirin. Piştî rojekê jî di dema rakirina cenazeyê her du kesan de derketina derve hat îlankirin û di encama destwerdana leşkeran de 12 kesên din hatin qetilkirin. Umraniye cihekî ku tevgerên Elewî û şoreşger lê zêde bûn. Dema bûyeran li vê derê jî xwe dan der, pênc kes jî li vir hatin qetilkirin. Li Gazî temamiya mirovên hatin qetilkirin bi fîşa leşker û polîsan hatin qetilkirin. Bila kes ji vê gumanan neke. Polîs û leşkeran bi rojan dor li taxa Gazî girtin. Li Gazî 17 kes hatin qetilkirin û 16 ji van bi fîşeka polîsan hatin qetilkirin. Bi hovane êrîşî gel kirin. Sê polîsan li jinekê dabûn û bi lêdana derba mirinê ew avêtibû nava çopê. Û ev bûyer di televîzyonê de jî derket. Piştre lêpirsîna der heqê bûyeran de destpê kir, pênc salan dewam kir. Mîna dozên din ev jî bi demê re hat belavkirin û tevahiya polîsan beraat kirin. Bi tenê du kes hatin cezakirin, cezayên wan jî hat taloqkirin. Ev hemû nîşan dide ku ev komkujî konseptek bû û xwedî armancekê bû. Ji aliyê Elewiyan ve kiryar û sedema vê bûyerê zelal e. Di vir de rewşeke xumamî yan jî ne diyar nîne.
 
We gotin ku armanca bingehîn a komkujiyê şikandina aliyê berxwedêr ê Elewiyan û entegrekirina wan bi sîstemê re bû. Gelo dewlet û alîgirên desthilatdariyê di vê polîtîkaya xwe ya li hemberî Elewiyan de bi ser ketin?

Elewîtî bi kevneşopiyeke girîng a berxwedanê re her tim li ber xwe da, lê belê her tim hat xwestin ku di rewşeke marjînalkirinê de bê hiştin. Ya ku bi komkujiyan re hat xwestin bê kirin, xwedî gelek aliyan e. Komkujiyên di dîroka Tirkiyeyê de hatin serê Elewiyan, zextek li ser civata Elewiyan çêkir. Em ji zarokatiya xwe ev dizanin; dê û bavên Elewî tişta ji zarokên xwe re digot, gotina 'li her deverê nebêjin em Elewî ne' bû. Jîndarkirina kevneşopiya berxwedanê li aliyekî, psîkolojiyeke welê hebû ji ku ditirsiya bêje ez Elewî me. Di roja îro de jî mirov di astekê de tînin ziman, lê bi hêsanî û dilrehetî nikarin îfade bikin. Berî niha bi demekê di televîzyonê de min li tiştekî temaşe kir, tiştekî balkêş û trajîkomîk; Kalek dibêje, "Em êdî bêyî tirsê dikarin bêjin em Elewî ne." Vê yekê weke pêşketinekê dibîne. Elewiyan di gelek tevgeran de rola pêşengiyê lîstin, lê belê bi psîkolojiyeke ku 'Elewîtî tiştekî divê bi qaçaxî bê jiyîn' dijîn. Têgihiştineke welê hat afirand ku rêxistinbûyîn û jiyîna çanda xwe mîna sedema rûdana êrîşê dihat dîtin. Wekî din ev alî jî heye û girîng dibînim ku di roja îro de jî were nîqaşkirin. Bi polîtîkayeke sexte ya Elewîtiyê re, ji aliyekî ve Elewî hatin qetilkirin, li aliyê din jî bi gefa komkujiyê re hewl hat dayîn bi dewletê ve were pînekirin. Di bin desteka Elewiyan a ji bo CHP'ê de ev psîkolojiya tirsê heye. Halbûkî gelekî balkêş e; di hemû demên komkujî hatin serê Elewiyan de CHP ya li ser desthilatdariyê bû yan jî hevparê desthilatdariyê bû. Dema ne desthilatdar bû û li mûxalefetê bû jî, her tim li hemberî komkujiyên bi vî rengî bêdeng ma. Psîkolojiya 'başê nebaşan- em xwe li yekî bigirin' li pêşiya rojanebûyîna kevneşopiya berxwedanê ya civata Elewiyan, asteng e. CHP hêza ku bawerî û çanda Elewiyan talan dikir, xwedî li mafên Elewiyan dernediket, li hemberî Elewiyan polîtîkaya dewletê dimeşand bû.
  
Di xwe îfadekirina Elewiyan a roja îro de, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê xwedî bandor û roleke çawa ye?

Di parastin û dewamiya çand û zimanê civata Elewî de rola PKK'ê gelekî mezin e. Piraniya fermandarên mezin û kadroyên pêşeng ên PKK'ê, ciwanên Elewî ne. Ji hevala Zîlan heta hevalê Mazlûm, ji hevalê Erdal heta şehîda me ya destpêkêy a jin Besê Anûş, divê ev hemû heval weke dewama vê kevneşopiya berxwedana mezin bên dîtin. Hînê jî bi hezaran ciwanên Elewî li nava refên PKK'ê cih digirin. Em jî di nava vê têkoşînê de weke dewamkarên vê kevneşopiya berxwedan û çandê li nava refên PKK'ê ne. Dema Komkujiya Gazî rû da Hayrî Kozakçioglû gotibû, "Di nava van bûyeran de tiliya PKK'ê û Yewnanan heye". Ev yek bi tena serê xwe vê rastiyê nîşan dide; PK di pêşvebirina wê berxwedan û serhildanê de, di meşandina têkoşîna li wê derê de roleke bi bandor lîstiye. PKK'ê li dijî Komkujiya Gazî bi bilindkirina têkoşînê bersiv da. Têkoşîna em li Rojhilata Navîn dimeşînin jî ji bo parastina van nirxan e. Divê haya gelê Elewî ji vê hebe. Lewma kevneşopiya rêxistinbûyî ya Elewiyan di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de dikare bigihêje wateya xwe ya rastî. Rêbertiya me jî xwe bi wî rengî pênase kir û anî ziman ku ew kevneşopiya Hz. Alî temsîl dike, dimeşîne. PKK hem nûnerê kevneşopiya berxwedana li herêmê ye, hem jî hêza ku vê çandê di pêşerojê de bide jiyîn e. Pêwîste gelê Elewî wateya rast bide têkoşîna PKK'ê û xwe di nava vê de birêxistin bike. Divê xwe nespêre dewletê û rêxistinbûyînê li derdora Yekîtiya Ewropayê. Bi sazîbûyîna xwe re xwe îfade bike û bi vî rengî xwe ji êrîşên gengaz biparêze. Bersiva li bîranîna hevalên pêşeng ên di têkoşîna azadiyê de cih girtin, bi hilbijartina rêya rast a têkoşîna civata Elewî ve girêdayî ye.

Di vê dema ku HDP ji bo tifaq û yekîtiyê xwe ji bo hilbijartinê amade dike de, li gorî we divê Elewî helwestek û nêzîkatiyeke çawa ya siyasî nîşan bidin?

Xwe îfadekirina rêxistinbûyîna Elewiyan di nava HDP'ê de, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo bidestketina mafê wan û ji bo xilasbûna ji dorpêçiya AKP û CHP'ê, gelekî girîng e. CHP'ê hêza siyasî ya Elewiyan heta niha xist bin îpoteka xwe. Rêya herî rast a şikandina vê îpotekê ew e ku Elewî bi xurtî di bin sîwana HDP'ê de xwe birêxistin bikin. Elewîtiyeke di nava HDP'ê de neyê temsîlkirin nikare ji marjînalbûyînê rizgar bibe. Li Rojhilata Navîn du hêz hene li ber xwe didin; hêza yekemîn kevneşopiya desthilatdarparêz e ku di nav de hêzên navneteweyî, AKP û bi sergirtî jî CHP heye. Li hemberî van jî kevneşopiyeke berxwedanê heye. Vê kevneşopiya berxwedanê jî ji Rojava heta Şengalê, ji çiyayê Bakur heta çiyayên Rojhilat, tevgera Kurd a rêxistinbûyî temsîl dike. Di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de wê tu partî li ber xwe bidin. CHP û AKP yan jî çar partî wê li ber xwe nedin. Du xet in. Lewma xeta Elewî hilbijêre diyar e. Ji aliyê dîrokî û rojaneyî ve Elewî neçar e alîgirê maf û mafdaran be. Yekane partiya divê Elewî di nav de cih bigire HDP ye. Tevlîbûneke bi çi rengî ya xurt hebe, rengê Elewiyan çiqasî xwe di nava HDP'ê de îfade bike, ev yek wê ji bo Elewiyan bê wateya parastina cewherî û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Divê Elewî her wiha helwestê li hemberî hin tevgerên çep ên bi polîtîkayên xwe yên marjînal re ti carî nabe hêzek, helwestê nîşan bidin. Tercîha Elewiyan a di vê mijarê de wê di siyaseta Tirkiyeyê de roleke diyarker bilîze û eger bi vê têgihiştinê helwestek were nîşandan, wê li ser navê Elewiyan û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê destketiyên mezin bi dest bikevin.