Newroza Amedê wê mora xwe li dîrokê bixe

Berdevkê KCD'ê û endamê Komîteya Newrozê Seydî Firat diyar kir ku Newroza 2015'an wê mora xwe li dîrokê bixe û ji Herêma Kurdistana Federal û Tirkiyeyê gelek siyasetmedar û hunermend hatine vexwendin.

Li Amedê, amadekariyên Newroza îsal dewam dikin. Berdevkê KCD'ê û endamê Komîteya Newrozê Seydî Firat diyar kir ku Newroza 2015'an wê mora xwe li dîrokê bixe û ji Herêma Kurdistana Federal û Tirkiyeyê gelek siyasetmedar û hunermend hatine vexwendin.

Ji bo Newroza Amedê ku tê payîn ku ji çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa, Amerîka, Afrîka û Başûrê Afrîkayê bi qasî 2 mîlyon kes beşdar bibin, amadekarî dewam dikin. Newroza îsal bi dirûşma "Meşaleya azadiyê ya ji Kobanê heta Şengalê bilind dibe, wê Rojhilata Navîn azad bike" tê lidarxistin. 

Berdevkê KCD'ê Seyfî Firat ku endamê Komîteya Amadekar a Pîrozbahiya Newrozê ye destnîşan kir, ku Newroza îsal wê mora xwe li dîrokê bixîne.

'BÛYER Û PÊŞKETIN YEKSER BANDORÊ LI NEWROZÊ DIKIN'

Firat ragihand ku Newroz cejneke ji nrixên edalet, aştî, azadî û demokrasiyê ye û got, "Hem ji aliyê gelê Kurd hem jî siyaseta Kurd ve, Newroz ji bo tabloya li herêmê gelekî girîng e. Em li bendê de ku bi mîlyonan mirov beşdarî Newroza îsal bibin. Bêguman bûyer û pêşketinên heyî yekser bandorê li Newrozê dikin. Şiyara bingehîn a vê Newrozê 'Meşaleya azadiyê ya ji Kobanê heta Şengalê bilind dibe, wê Rojhilata Navîn azad bike' ye. Newroza îsal di heman demê de Newroza azadkirinê ye. Newrozek ku li hemberî tarîtiyê gelan ronî dike, li dijî tarîtî, qirkirin, şerên mezhebî û komkujiyan, Newroza ji prensîbên aştî û jiyana bi hev re ya biratiya gelan e. Newroz cejneke ji nirxên edalet, aştî, azadî û demokrasiyê ye."

LI PIŞT NEWROZÊ DESTAN KOBANÊ HEYE

Firat got, "Di vê mijarê de gelê Kurd kedeke mezin, berxwedaneke mezin nîşan da û xwe gihand rojên îro" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li pişt vê Newrozê destana Kobanê heye. Destana herî mezin a dîroka mirovahiyê ye. Li dijî barbariyê, berxwedana herî mezin a mirovan e. Wekî din, şoreşa Rojava heye. Di Newroza îsal de gerîla û pêşmerge li heman mewziyê li kêleka hev têdikoş in, ji Kerkûkê heta Mexmûrê û Şengalê gelê Kurd di asta yekîneya neteweyî de li eniyên şer, vîneke hevpar nîşan dide, li gel hev têdikoşe û şehîdan dide."

JI RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL Û PARTIYÊN SIYASÎ KOMÎSYON HATIN AVAKIRIN

Firat ragihand ku komîsyonên di bin sîwana Komîteya Amadekar a Newrozê de hatine avakirin xebatên xwe dewam dikin û got, "Bi civînên rojane re em xwe amade dikin. Komîsyoneke Teknîkê heye ku amadekariyên Newrozê dimeşîne. Ew jî ji komên jêrîn pêk tê. Komîsyona Protokolê, Komîsyona Amadekirina Dikê, Komîsyona Amadekirina Hunermendan, Komîsyona Dîplomasiyê, Komîsyona Çapemeniyê hene. Bi awayekî fewrmî Komîteya Amadekar a ji 12 kesan, serlêdan kiriye. Ji bilî vê yekê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li herêmê, di nava komîsyonan de cih digirin."

DI DILÊ HER KURDÎ DE HESTA NEWROZÊ VEŞARTÎ YE

Firat got, "Li gorî texmîna min, wê 2,5 mîlyon mirov tevlî Newroza îsal bibin" û ev xal destnîşan kir: "Me derdoreke berfireh vexwend pîrozbahiyê. Newroz bi xwe vexwendî ye. Mîna miqnatisê hemû çand û nasnameyan ber bi xwe ve dikşîne. Qada kombûna hemû gel, hêzên demokrasiyê, alîgirên aştî, edalet û demokrasiyê ye. Di nava hemû dînamîkên ehrêmê de, di dilê mirovan de rê li ber coşeke mezin vekiriye. Di dilê her Kurdî de hesta Newrozê veşartî ye. Dema roja wê hat, mîna kulîlkekê vedibe. Kevintirîn cejna civakî ya dîrokê ye."

WÊ BIBE NEWROZA SÊYEMÎN A PÊVAJOYA AŞTIYÊ

Seydî Firat bal kişand ser deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 2013'an de hat aşkerakirni û piştî vê pêvajoyê bêpevçûniyê rû da û got, "Di sala 2014'an de deklrasyona Rêberê Gelê Kurd pêvajo xurtir kir û bawerî da aliyan. 2015 dibe Newroza Sêyemîn a pêvajoyê. Beriya vê Newrozê jî bernameya ji 10 xalan hat aşkerakirin. Ev Newroz jî wê destekê bide vê bernameyê û vê bernameyê bike al. Ji bo pratîkbûyîna vê bernameyê wê enerjî, hêz û daxwaziya xwe nîşan bide. Lewma gelekî girîng e."

GEL DIXWAZE BI RÊBERÊ XWE RE NEWROZÊ PÎROZ BIKE

Firat anî ziman ku beriya destpêkirina amadekiriyên Newrozê bendewariyek di nava gel de heye û her kesên bi wan re diaxivin pirsa "Wê îsal peyama Serok a bi dîmen an jî deng hebe?" li wan dikin û got, "Gelek ev 16-17 sal in dengê Rêberê xwe nabihîze. Hesreta dengê Rêberê xwe ye. Bi mîlyonan mirov dixwaze vî dengî bibihîze. Ev rastiyeke." 

Firat destnîşan kir ku ya rast derê gelê Kurd guhdarîkirina peyama ji dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û got, "Dixwaze bi Rêberê xwe re Newrozê pîroz bike. Dixwaze bi Rêberê xwe re Newroza 2015'an pêşwazî bike. Li ti devera cîhanê nîne ku bi ragirtina lîder re aştî pêk hatibe. Li Îrlanda, Başûrê Afrîka, Fîlîstîn, Spanya, li ti deverê aştiyeke bi vî rengî nîne."

MALBATÊN CIWANÊN JI ALIYÊ ÎRANÊ VE HATIN DARVEKIRIN HATIN VEXWENDIN

Firat diyar kir ku Newroz di heman demê de festîvala aştî û azadiyê ye û got, "Lewma Newroz festîvala aştiyê ye. Di heman demê de festîvala azadiyê ye. Bi vî ruhî, gelê me wê bi dilê hevpar ê her kesî re mîna meşaleyekê biherike qadê. Me Fûat Mahsûm, Celal Talabanî, Mesûd Barzanî, Mûstafa Nûşîrvan û malbatên ciwanên Kurd ên di dema dawî de li Îranê hatin darvekirin, vexwend. Eger karibin werin wê gelekî baş be. Darvekirin, êşeke kûr e di dilê gelê Kurd e. Me ji gelek deverên cîhanê re vexwendîname şand. Gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedarên li Tirkiyeyê jî vexwend. Wê Newrozeke gelekî girîng be. Wê gelekî bedew û bi bandor be. Wê mora xwe li dîrokê bixe. Ji NÇM, ji wewropa û Rojava me 'koma Muzîkê ya Rojava' vexwend. Eger li sînor neyên astengkirin, wê werin. Me gelek hunermend vexwend."