Hevserokê PYD'ê Salih Muslim wê li Parlamenta Îngilîz biaxive

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim wê di 25'ê Adarê de li Parlamenta Îngilîstanê di civîna bi mijara "Pêşketina Kurdan-ji înkarê ber bi modela dewleta xweser Kurdên li Sûriyeyê" biaxive.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim wê di 25'ê Adarê de li Parlamenta Îngilîstanê di civîna bi mijara "Pêşketina Kurdan-ji înkarê ber bi modela dewleta xweser Kurdên li Sûriyeyê" biaxive.

Centre for Kurdish Progress (Navenda Lêgerînên Kurd) Kurdên Rojavayî yên bi berxwedana xwe ya Îlona par a li hemberî dorpêçiya DAIŞ'ê re ji aliyê raya giştî ya Îngilîstanê û navneteweyî ve hatin naskirin, derbasî Parlamenta Îngilîstanê dike.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim wê di 25'ê Adarê de li Parlamenta Îngilîstanê tevlî civîna bi serenavê "Pêşketina Kurdan-ji înkarê ber bi modela dewleta xweser Kurdên li Sûriyeyê" bibe. Di mijarên modela kantonên li herêmên Kurdan, berxwedana Kobanê, êrîşên DAIŞ'ê û têkiliyên bi Tirkiyeyê re, nirxandinên girîng bike.

Civîn wê li odeya komîteyê ya bi hejmara 9'an a parlamentê bê lidarxistin û saet di navbera 19:00-21:00 de pêk were. Di civînê de wê ji navenda ramanê Royal United Services Institute (RUSI) şîroveger Michael Stephen, hîndekarê London School of Economics Dr. David Graeber û Dr. Johanna Riha weke axaftvan amade bin.