Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' bi koma Evry re dewam dike
Nobeda Azadiyê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî destpê kir, dewam dike.
Nobeda Azadiyê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî destpê kir, dewam dike.
Nobeda Azadiyê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî destpê kir, dewam dike. Çalakgeran ji dewletên Ewropayê xwestin ku PKK'ê ji lîsteya 'terorê' derxînin û ji bo azadiya Ocalan zextê li Tirkiyeyê bikin. Her wiha bang li hilbijêrên li Ewropayê kirin ku bi ruhê seferberiyê ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bixebitin.
Çalakiya nobedê ya ji aliyê 'Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî', bi daxwaza 'Ji Ocalan re Azadî ji gelê Kurd re statuya siyasî' di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasbourgê destpê kir, bê navber dewam dike. Çalakiya ku ket hefteya 142. û roja 987'an li dû xwe hişt, ji aliyê Kurdistaniyên ji herêma Evry ya Fransayê ve tê meşandin.
'ÇALAKIYA ME HETA ENCAM JÊ BÊ, WÊ DEWAM BIKE'
Çalakgerên vê hefteyê gotin, "Ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî em li vê derê ne. Armanca me ya bingehîn azadiya Rêberê me ye, ji ber ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan dibe. Heta ku Rêbertî azad nebe, ne pêkane ku Kurdistan azad bibe. Heta encamek jê bê wê çalakiya me dewam bike."
'DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN, ZEXT LI TIRKIYEYÊ WERE KIRIN'
Çalakgeran bal kişandin ser 10 mîlyon îmzeyên ji bo azadiya Ocalan radestî Konseya Ewropayê hatine kirin û bang li dewletên Ewropayê kirin ku êdî dest ji şaşitiyên xwe berdin, PKK'ê ji lîsteya 'terorê' derxînin, ji bo azadiya Ocalan zextê li Tirkiyeyê bikin û ji gelê Kurd lêborînê bixwazin.
Çalakgeran destnîşankirin ku PKK'ê bi têkoşîna xwe ya ji bo parastina rûmeta mirovahiyê ya li Rojava û Şengalê re gelek caran îspat kiriye ku ne rêxistineke terorê ye.
'DIVÊ HILBIJÊRÊN LI EWROPAYÊ BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BIXEBITIN'
Çalakgerên nobedê hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê jî nirxandin û dişyar kirin ku yekane hêza ji mejiyê pavşerû yê Erdogan re bêje 'bisekine' HDP ye. Çalakgeran ji bo HDP benda hilbijartinê derbas bike bang li hemû hilbijêrên li Ewropayê dijîn kirin, ku bi ruhê seferberiyê tevlî xebatên hilbijartinê bibin û destekê bidin HDP'ê.