'Em bi tevayî sazî dezgehên xwe piştgiriyê didin Ocalan'

Hevşaredarên DBP'ê ji bo pêvajoya hilbijartin û siyasî binirxînin li Amedê bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên DBP'ê Kamuran Yuksek û Emîne Ayna hatin cem hev.

Hevşaredarên DBP'ê ji bo pêvajoya hilbijartin û siyasî binirxînin li Amedê bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên DBP'ê Kamuran Yuksek û Emîne Ayna hatin cem hev. Hevserokê DBP’ê Yuksek di axaftina xwe de anî ziman ku ew bi hemû sazî û dezgehê xwe li pişt helwesta ku Ocalan diyar kiriye disekinin.

Hevşaredarên DBP'ê ji bo pêvajoya hilbijartin û siyasî binirxînin li Amedê bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên DBP'ê Kamuran Yuksek û Emîne Ayna hatin cem hev. Cîvîn li Salona Civînê ya Vedat Aydin a li avahiya DBP'ê ya Amedê pêk hat. Ligel şaredaran endamên MYK'ê yên DBP'ê jî tevlî civînê bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek di civînê de axivî û bal kişand ser daxuyaniya hevpar a di 28'ê Sibatê de hat dayîn û diyar kir ku ev yek di dîroka komarê de pêvajoyeke herî girîng e. Yuksek anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bîlî bîrdoziya fermî ti nêrînên cuda nehatin nazîn û ji ber vê yekê nêrînên heyî hatin tepisandin û tinekirin.

'RÊBER OCALAN DI NAVA 6 MEHAN DE DU HEMLEYÊN GIRÎNG PÊŞXISTIN'

Yuksek da zanîn ku di Pêvajoya Muzakere û Diyaloga Demokratîk de hikûmetê berpirsiyarên xwe bi awayekî rast pêk neanî û wiha got: "Ji ber vê yekê geşedanên zû pêk hatibana li demê belav bûn. Ji ber nêzîkahiyên wisa û geşedanên li Rojhilata Navîn ji provokasyona re zemînek çêbû. Rêberê Apo ev dîtin û di nava 6 mehan de 2 hamleyên girîng li dar xistin. Ya yekemîn pêşnûmeya çareseriyê bû. Ji bo ev pêşnûme jî pêk bê demek hate dayîn. Lê ev pêşnûme hem û ji aliyê hikûmetê ve hem jî aliyê raya giştî ve ba nehate nirxandin. Hamleya pêş hatî hamleyekî siyasî bû. Ev li hemberî mijûlkirina hikûmetê gavek girîng bû."

Yuksek daxuyaniya KCK'ê ya têkildarî 10 madeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danîn holê bibîr xist û wiha axivî: "Niyet û helwesta xwe bi awayekî vekirî danî holê. Ya dikeve berê me di aliyê siyasî de hikûmeta AKP'ê dewetî peywira xwe bi cih bîne ye. Ji bo vê yekê di aliyê siyasî de zextan pêk bînin û civakê rêxistin bikin."

‘EM BI TEVAYÎ SAZÎ DEZGEHÊN XWE PIŞTGIRIYÊ DIDIN OCALAN’

Yuksek anî ziman ku ew bi hemû sazî û dezgehê xwe piştgiriyê didin Ocalan û wiha berdewam kir: “Em di helwesteke ku xwedî li vê pêvajoyê derdikeve û piştgiriyê didin. Lê ji bo ku ev pêk bê jî em ê nesekinin û ji bo ku hikûmet gav bavêje divê em di warê siyasî û civakî de pêkûtiyê bikin.”

‘GAVÊN KU BERIYA NEWROZÊ Û PIŞTÎ NEWROZÊ BÊN AVÊTIN HENE’

Yuksek bilêv kir ku ji bo girtiyên nexweş gavên ku divê hikûmet biavêjê hê jî nehatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bawer nakin hikûmet beriya hilbijartinan gavên cidî bavêje. Piştî hikûmetê gelo di hikûmetê de bimîne yan na vê yekê nîqaş dike. Ketiye fikara pêşeroja xwe. Ji bo ku ev pêvajo bidome û muzakere destpê bikin divê şert û merc bên amadekirin. Di vê çarçoveyê de di demeke kin de beriya Newrozê û piştî Newrozê gavên ku divê bên avêtin hene. Wekî rewşa hevalên me yên girtî yên nexweş, avakirina heyeta şopandinê û guhertina hevalên li cem Serok Ocalan. Bi taybetî ji bo guhertina girtiyan em îro sibe li bena pêşketinê ne. Ji bo ku girtiyên nexweş bên berdan li benda pêşketinekî ne. Heke di van mijaran de pêşketin çêbibe ji bo derbasbûna muzakerena de em ê vê wekî pêşketin binirxînini.”

‘HEKE HDP BI SER KEVE AKP WÊ PAŞ VE BIÇE’

Yuksek bal kişand li ser berpisyariyên ku di vê pêvajoyê de dikeve li ser milên wan jî û wiha axivî: “Heke em dixwazin hikûmeta AKP’ê rawestînin û Tirkiyeyê demokratîk bikin, divê teqez HDP a ku di vê pêvajoyê de em hevre dikevin hilbijartinê bendê derbas bike. Heke HDP bi ser keve dê AKP paş ve biçe.” Piştî nirxandina Yuksek a têkîldarî pêvajoyê û hilbijartinê diyar kir ku hin şaredarî ji bo ku derbasî partiya wan bibin bi wan re ketine diyologê û di vê mijarê de xebat û nîqaşên wan didome.

ŞAREDARİYA LDP’Î YA TIRKIYEYÊ DERBASÎ DBP’Ê BÛ

Yuksek piştre Şaredarê Bajaroka Konakiranê ya bi ser navçeya Melazgirê ya Mûşê Bulent Ateş ê ku biryara derbasbûna DBP’ê girt dawetî kursî kir û rozêt pêve kir. Ateş bi çeqikan ve derket kursî diyar kir ku ew bi 5 endamên meclîsa şaredariyê yên bi LDP’î ve derbasî DBP’ê bûne û wiha axivî. “Di refên partiyê de cihgirtina me ji bo me serbilindî ye. Gelê Konakiranê her tim li cem partiya xwe cih girtiye.”

Piştî merasîmê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.