Li Kerkukê hêzên Kurd pêşve diçin
HPG’ê diyar kir ku hêzên Kurd li Kerkukê di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de pêşde diçin.
HPG’ê diyar kir ku hêzên Kurd li Kerkukê di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de pêşde diçin.
HPG’ê diyar kir ku hêzên Kurd li Kerkukê di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de pêşde diçin.
Fermandariya HPG'ê ya Kerkuk der barê operasyona ku hêzên Kurd li Kerkukê li dijî DAIŞ’ê dimeşînin daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê da zanîn ku pêşveçûna hêzên Kurd didome û wiha berdewam kir: “Li dijî gundên li ereziya xeta Meryem Beg a Beşiliya girêdayî Kerkukê operasyonên pêk hatin, gundên Şex Sener, Umerya Buçuk, El Bufereç, Navafîf, Mînzîr, Meriyete, Semiye û mezrayên Yumrik, Şehîd, Nur hatin rizgarkirin. Di encama operasyonên hevpar tên meşandin de;
Di 13’ê Adarê de li başurê Kerkukê li dijî asayîşa Banşax a girêdayî gundê Zanqîr geîlayên me û pêşmegeyan operasyona hevpar meşandin. Di van operasyonan de asayîşa Bançaxî ya di destê çeteyan de hat rizgarkirin. Di pevçûnên hatin jiyîn de hejmara mirî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin û gerîlayekî me di operasyonê de birîndar bûye.”