Dewletê, ji bo erdnîgariya Dêrsimê ya bi bend, HES û madenkariyê hewl dide tine bike, ji bo qetilkirinê mekanîzmayeke nû ava kir: Kana Kevir. Dêrsimiyan destnîşan kirin ku ew ê li dijî qirkirina çandê têbikoş in.
Gundiyên ku li gundê Sînan ê navenda Dêrsimê projeya kana kevir naxwazin, nerazîbûnê nîşanî vê didin. Ji gundiyan Sînan Yildirim da xuyakirin ku ev pênc sal in hewl tê dayîn li gundê wan kana kevir bê avakirin, lê ew vê naxwazin. Yildirim anî ziman ku ekîbên ji Mêrdînê hatin xwestin dest bi kar bikin, lê belê gundiyan dest li rewşê werdane û bi van gotinan sedema dijderketina xwe anî ziman: "Çêkirina kana kevir tê wateya, bidawîbûna jiyana mirovên li vê herêmê. Em neçar in ya vê derê biterikînin û biçin, yan jî li vir bimînin û li ber xwe bidin. Ev erd, mîrateyeke ku bav û kalên me ji me re hiştine. Ez fêm nakim çawa ji me dixwazin ku em vê xakê biterikînin û biçin. Nirxên me, gorên me li vir in, em çawa dikarin dest ji vir berdin. Bang li her kesî dikim ku di vê mijarê de hestiyar bin."
'LI SER ZIYARETÊN ME QEREQOL-KALEKOL ÇÊKIRIN, NIHA DOR A KANA KEVIR E'
Gundiyeke din a projeya kana kevir naxwaze Fatoş Guler jî got, "Bi salene li erdnîgariya Dêrsimê ji ber şer ewqas mirov qetil kirin. Niha jî bi polîtîkayên cuda re dixwazin me ji cih û warên me derxînin." Guler anî ziman ku li ser ziyaretên wan qereqol-kalekol hatine çêkirin û vê carê bi çêkirina kana kevir re tê xwestin wan ji gundê wan derxînin.
BENDAVA PEMBELÎK TEVÎ KU MOHRKIRIYE JÎ, AV LÊ KOM DIBE
Li aliyê din Bendava Pembelîk û HES a ku di sala 2008'an de xebatên avakirina wan destpê kirin, tevî ku 1. Dadgeha Îdarî ya Elezîzê biryara "Rawestandina Projeyê" û "Mohrkirina Santralê" da jî, av lê berhev dibe.
Ji ber vê yekê, rê û pirên li herêmê di binê avê de ma. Lewma Ayhan û Adîle Ardûnç ên li gundê Ilisû yê gundê Dallibahçe yê navçeya Dêrsim Nazimiye dimînin, li gund asê man. Ji ber ku kargehê rêya soza çêkirina wê da çênekir, têkiliya malbatê bi Elezîz û Dêrsimê re bi temamî qut bû. Malbat destnîşan dike ku tevî hemû zor û zehmetiyan ew ê gund û xaka xwe neterikîne.
EM TÊKOŞÎNA XWE YA LI DIJÎ BENDAV, HES Û PROJEYÊN MADENÊ BILIND BIKIN
Hevşaredara Perî Fadîme Çetînkaya anî ziman ku li aliyekî vegera li gundan çêdibe, aliyê din jî bendav û projeyên HES'ê tên çêkirin. Çetînkaya got, "Vegera li gundan li aliyekî, gel nikare ji gundê xwe derkeve. Em bi biryar in, em ê nehêlin xwezaya me bê xerakirin."
Çetînkaya ragihand ku qadên jiyanê, paşeroj û pêşeroj di nava xwezayê de veşartî ne û got, "Ji bo xwezaya me neyê qetilkirin em bi hev re bixebitin, têkoşîna xwe bilind bikin."