YPG: Li Til Temir 42 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li herêma Til Temir gundek ji çeteyan hatiye paqijkirin û 42 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku li Til Hemîs jî çeteyek hatiye kuştin.

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li herêma Til Temir gundek ji çeteyan hatiye paqijkirin û 42 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku li Til Hemîs jî çeteyek hatiye kuştin.

Navenda Ragihandina YPG’ê der barê şer û pevçûnên li herêmên Kobanê, Til Temir û Til Hemîsê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de der barê herêma Til Temir de ev agahî hatin dayîn:

“Êrîşên ku çeteyên DAIŞ’ê di 23’ê Sibatê de li hemberî Til Temir û gundên derdora wê dabûn destpêkirin berdewam dikin.

Komên çeteyan ji ber ku windahiyên giran dane hêzên xwe yên li qadê guhartine û takwiye kirine. Di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûn bi dijwarî didomin.

Şevê din li gundên Til Şamiran, Til Hafyan û Til Mixas ên li başûr rojhilatê Til Temir di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunên dijwar hatine jiyankirin. Piştî pevçûnan careke din hêzên me li gundê Til Mixas serdestiya xwe çekiriye.

Di pevçûnên ku hêzên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê jî bi êrîşên hewayî piştgirî danê de qasî hatine tespîtkirin 42 endamên çeteyan hatine kuştin.

Îro di seatên nîvro de hêzên me li nêzîkî gundê Til Talaa yêli başûr rojhilatê Til Temir de tirimpêlek çeteyan ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”

LI TIL HEMIS ÇETEYEK HAT KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê şevê din, li nêzîkî gundê Xizêla yê li başûrê Til Hemisê li hemberî komên çeteyan çalakiyek lidar xistiye û di vê çalakiyê de wesayîteke çeteyan hatiye rûxandin û bi qasî hatiye tespîtkirin çeteyek hatiye kuştin, 2 çete jî birîndar bûne.

 

Derbarê pevçûnên li herêma Kobanê de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

 

“Berxwedana Kobanê ku li hemberî hewldanên dagirkirinê yê çeteyên DAIŞ’ê di asta serkeftinê de dewam dike, ketiye roja 180’yan. Komên çeteyan li hemberî hêzên me yên ku li bejahiya Kobanê serdestiya xwe çekirine êrîş lidar dixin. Îro di seatên siharê de komên çeteyan li hemberî hêzên me yên li derdora pira Qereqozax a li başûr rojavayê Kobanê êrîşek lidar xistin. Piştî êrîşê li qadê pevçûnan rû dane.”

 

(aq)