Li Troîsdorfê hilbijartin û rola HDP'ê hat nîqaşkirin

Komeleyên ser bi Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo çêkirina qeyda hilbijêran û teşwîqa dengdanê, xebatên xwe yên agadarkirinê dewam dikin.

Xebatên HDP'ê yên li Ewropayê dewam dikin. Komeleyên ser bi Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo çêkirina qeyda hilbijêran û teşwîqa dengdanê, xebatên xwe yên agadarkirinê dewam dikin. Di vê çavçoveyê de li gelek navendan civînên agahdarkirina hilbijêran tên lidarxistin. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç û rojnamevan Halîl Dalkiliç ji bo hilbijêrên li bajarê Elmanya Bonn û derdora wê dijîn li bajarê Troîsdorfê civîna gel lidar xistin.

Di civîna bi moderatoriya Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Bonnê Sevda Turkmen de, rojnamevan Halîl Kiliç da xuyakirin ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê wê ji hilbijartinên heta niha hatine kirin cudatir, encameke siyasî bi xwe re bîne. Dalkiliç anî ziman ev hilbijartin wê rêveçûna rejîmê diyar bike û got, "Hem Rojhilata Navîn hem jî Tirkiye bi guhertineke cidî ya siyasî re rû bi rû ye." Dalkiliç da zanîn ku statuya Kurdan a li Iraq û Sûriyeyê wê yekser bandora xwe li Tirkiyeyê jî bike û got, "Ne li Tirkiye ne jî li Rojhilata Navîn Kurd wê êdî bi bêstatuyê razî nebe."

'TEVGERA AZADIYÊ YA KURD PÊŞENGÊ DEMOKRATÎK Ê GELAN E'

Dalkiliç ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd hem ji aliyê girseyî hem jî ji aliyê rêxistinî ve di dema herî xurt de ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Pîvanên çareseriya demokratîk ên ji 10 xalan, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê pêşkêş kir, manîfestoya rejîmeke demokratîk ek u hemû etnîsîte û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê bi hev re bi awayekî azad bijîn e. Eger HDP di hilbijartinan de serketî be û AKP qels bibe, li şûna rejîma sûltaniya despotîk a Erdogan xeyala wê dike, wê pêşî li Tirkiyeya demokratîk a her kesî hembêz dike, vebe. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi têkoşîna bi pêşengiya jinê re li Rojava û Başûrê Kurdistanê, hemû gelên herêmê ji hovîtiya DAIŞ'ê parast. Di heman demê de ji avabûna jiyaneke demokratîk a li Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike."

'PROJEYA HDP'Ê HER KESÎ HEMBÊZ DIKE, DIVÊ HER KES JÊ RE BIXEBITE'

Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç jî der barê asta amadekariyên hilbijartinê yên li Elmanya de agahî da û anî ziman ku divê qeyda hilbijêran bi tenê ji komîsyonên hilbijartinê re neyê hiştin, her kes di vî warî de xwe berpirsyar bibînin. Koç got, "Di hilbijartinê de xeta dewletparêz a klasîk û xeta demokratîk a alternatîf a HDP'ê li hemberî hev têdikoşin." Koç ragihand ku ji bo xwe bigihînin 300 hezar hilbijêrên li Elmanyayê girîng e kar were meşandin û destnîşan kir ku ne zehmet e ew xwe bigihînin armanca xwe. Koç di dewama axaftina xwe de got, "Hemû derdor eleqeyeke mezin nîşanî HDP'ê didin. 57 rêxistin û saziyên koçberên Tirkiyeyî yên li Ewropayê biryar dan destekê bidin HDP'ê. Rêxistinên Elewiyan, piraniya komên çep û rêxistinên Kurd biryar dan destekê bidin HDP'ê. Projeya HDP'ê her kesî hembêz dike, lewma divê her kes ji bo vê bixebite." Yuksel Koç der heqê pirseke li ser benda hilbijartinê de got, "Bend di rojeva me de nîne, ew êdî derbas bûye."

Li dû axaftinan Hozan Cewad hunera xwe pêşkêş kir.