Meşa ji Cizîrê ber bi Amedê ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ destpê kir
Ji navçeya Cizîra Şirnexê meşa ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî" heta Amedê wê pêk bê, destpê kir.
Ji navçeya Cizîra Şirnexê meşa ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî" heta Amedê wê pêk bê, destpê kir.
Ji navçeya Cizîra Şirnexê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî" heta Amedê pêk bê, destpê kir. Beriya meşê Parlamenterê HDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî û got ku ev meş ne ji bo azadiya kesekî ye ji bo azadiya hemû gelên bindest e.
Ji navçeya Cizîra Şirnexê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî" heta Amedê pêk bê, destpê kir. Di nava wan de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, hevşaredarên bajar û navçeyên Wan, Colemêrg û Sêrtê jî hene bi hezaran kes li ber Mala Gel ya li Taxa Cûdiyê kom bûn. Li vir piştî der barê meşê ya teknîkî de welatî hatin agahdarkirin, ber bi Nisêbînê ve bi rê ketin. Meşvanên ku ketin rê bi hezaran kes jî bi wan re heta derketina navçeyê meşiyan. Meşvanan, kincên gelerî ku di nava gel de "Leşkerî" tê gotin li xwe kiribûn û her wiha di ser kincan de jî pêşmalên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser e ber xwe kirin. Girseyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Ocalan xeta me ya sore", "Ciwan fedaiyên Apo ne" berz kirin.
'EV MEŞ XWEDÎDERKETINA LI NIRXÊN MIROVAHIYÊ YE'
Girse piştî gihiştî ser rêya dîrokî ya Îpekê Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axaftinek kir û destnîşan kir ku divê dewlet qîrîna gelê Kurd bibihîse. Sariyildiz da zanîn ku divê her kes vê yekê baş bi zane ku ev meş ne tenê ji bo azadiya kesekî ye ji bo hemû gelên bindeste, ji bo hemû mirovahiyê ye. Sariyildiz anî ziman ku ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn azadiya Ocalan pir girîng e û ji ber vê yekê jî ew girîngiyek mezin didin vê meşê û wiha got: "Gelê Kurd bi salane dîlop dîlop têkoşînê pêş dixe û îro azadiya rêberê xwe dixwaze. Gelê Kurd ji bo azadiya rêberê xwe çi pêwîst bike wê bike û bi vê meşê vê peyamê nîşanî tevahî cîhanê dide. Divê dewlet bizane tehemûla gelê kurd nema ye. Gelê Kurd ji aştiyê re amade ye. Em bawer dikin ku dê sala 2015'an wê bibe sala azadiya Rêber Apo. Ev meşa ku me niha destpê kir wê bibe provaya pêşwazîkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."
Piştî axiftina Sariyildiz meşvanan bi dirûşmeya "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" ber bi navçeya Nisêbînê ve hate birêkirin.